'Em ê xwedî li baweriya ku Rêbertî da jinan derkevin'

  • 09:03 29 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê yên bertek nîşanî cezayên dîsîplînê yên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên birîn, dan wiha gotin:"Bi ferzkirina cezayên dispilînê dixwazin me ji Rêbertî dûr bixin lê ev yek wê pêk neyê. Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe her tim tevli çalakiyan bibin."
 
Li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê çalakiya konvedanê hat lidarxistin. Li Telêt Şemis Heleb a ku dikeve rojhilatê taxê hêzên leşkerî, hêza ewlekariya hundirîn û meclis, partiyên taxê amde bûn. Her wiha girîngiya parastin, projeya Xweseriya Demokartîk û ol û girîngiya jîngeh, xwezayê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çawa van mijaran dinirxîne, hatin nîqaşkirin. Her wiha di çalakiya konvedanê de beşdaran bertek nîşanî cezayên dîsîpîlînê yên li Abdullah Ocalan tên birîn, dan. 
 
Jinên tevli çalakiyê bûn nêrînên xwe anîn ziman.
 
Endama Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Helebê, Muna Kibik da zanîn ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peywira bingehîn a ku dikeve ser milê wan e û wiha pê de çû:"Rêberê me ev bû 26 sal in di zindana Îmraliyê de li ber xwe dide. Em jî weke jin û civaka kurd ji bo azadiya Rêbertî liberxwe didin. Azadkirina Rêbertî peywer û erka bingehîn e. Ev yek dikeve ser milê me ji ber ku Rêbertî ji bo azadiya jinan têkoşînek bê navber meşand. Ji bo ku em hemî sîstemên ku îro li ser Rêbertî tên meşandin vala derbixin em her têkoşîna xwe di asta jor de dikin û em ê berdewam bikin."
 
'Dixwazin di şexsê Rêbertî de vîna gelê kurd têk bibin'
 
Derbarê nûjenkirina cezayê dîsîpilînê yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Munayê axaftina wiha got:"Dewleta tirk a qirker îro carek  din cezayên dîsîpilînê li ser Rêberê me dide sepandin. Bê guman her ku dewleta tirk dikeve nava aloziyan ji Rêberê me re astengiyan derdixe. Her wiha ya herî girîng dewleta tirk dizane ger gotinek ji Rêbertî were belavkirin wê tevahî aloziyên di Rojhilata Navîn de bê çareserkirin lewma ev sê sal in tu agahî ji Rêberê me nayê girtin. Dewleta tirk dixwaze bi van cezayan di şexsê Rêbertî de vîna gelê kurd têk bibe û biçewisîne."
 
Di axaftina xwe de Munayê da zanîn ku ew gelek bi şans in ji ber ku Abdullah Ocalan li Rojava derbasî gel wan bû û wiha got:"Rêbertî bi taybet li bajarê Helebê û gelek pîvan ji bo me danî û em jî li ser wan pîvanan heya roja îro têkoşîna xwe didomînin."
 
'Em ê xwedî li baweriya ku Rêbertî da jinan derkevin'
 
Di dawiyê de Muneyê bal kişand ser helwesta CPT'yê û wiha got:"Em gelê kurd ku bi felsefeya Rêbertî bihêz bûne nema piştgiriyê ji CPT'yê bixwazin. Em ê bi bawerî û bi îdeolojiya jinan a ku Rêbertî nîşanî me daye û daxwaza azadiyê têbikoşin û azadiya Rêberê xwe misoger bikin. Em ê xwedî li baweriya ku Rêbertî da jinan derkevin. "
 
'Jin wê xwedî li Rêbertî derkevin'
 
Di heman demê de jî Beredevka Jin a Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) Kîbar Welîd jî tecrîd şermezar kir û wiha got:"Ji taxa xwe ya berxwedêr em dengê xwe bilind dikin û tecrîda ku heya niha li ser Rêberê me tê ferzkirin şermezar dikin. Îro dijminê gelê kurd di kesayeta Rêbertî de dixwazin gelê kurd di qirkirinê re derbas bikin. Îro tevahî dewletên navneteweyî ji bo doza Rêbertî bi peywira xwe ranabin lê em ê weke jin heya dawî xwedî li Rêberê xwe derkevin û em bi hêvî ne ku em ê agahiyekê li ser Rêberê xwe bistînin."