Li Colemêrgê di 4 mehan de 80 kargerî hatin girtin

  • 09:02 29 Gulan 2024
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber krîza aborî di 4 mehên ewil yên 2024’an de 80 kargerî hatin girtin. Li Geverê esnafa bi navê Besna Oçuk ku 15 sal e cil û bergên herêmî didrû wiha got: “Ji ber krîza aborî gelek hevalên me dukanên xwe girtin. Wisa biçe em ê jî neçar bimînin dukanê bigirin.”
 
Esnafên Colemêrgê ku ji ber krîza aborî, xizanî û şer gelek bi bandor bûne, ji ber krediyan zehmetiyan dkşînin. Li Geverê roj bi roj krîza aborî giran dibe û piştî OHAL di 2016’an de hatye îlankirin heta niha  welatî di alî aborî de pir zehmetiyan dikşînin. Ji ber betalî û bêderfetiyan ciwan koç dikin û ber bı întîxarê ve diçin. Esnaf ji ber krediyên ji bankayan digirin jî bi deyn re têdikoşin û yê nikarin deyn bidin neçar dimînin dukanên xwe bigirin.
 
Li Colemêrgê di 2023’an de 261 kargeh ji ber krîza aborî hatin girtin. Di 4 mehên ewil yên 2024’an de jî 80 karkgeh neçar man bên girtin. Ji van 20 heb jî esnafên jin bûn. Tevî ku Colemêrgê nêzî sê deriyên sînore jî bazirganî nayê kirin. Esnafên Colemêrgê ji ber zemên tên kirin roj bi roj rewşa wan xera dibe û tên asta îflasê. Yên herî zêde bi bandor dibin ensafên jin in. Yek ji van jî Besna Ozçuk ya 15 asl e li Geverê cil û bergên gelerî didrû ye. Besna diyar dike ku bi salane karê xwe ji dil dike  lê ji ber krîza aborî hatiye asta ku dukana xwe bigire.
 
‘Nirxa pere nemaye’
 
Besnayê da zanîn ku dema nû dest bi pîşeya xwe kiriye li malê karê xwe kiriye û di nava demê de dukanek biçûk vekiriye. Besnayê wiha got: “Di rewşa normal de havînan karê me pir zêde ye. Lê ev 3-4 sal e karê me nabe. Dawet hene lê kumaş pir biha ne. Ne em dikarin bigirin ne mirov dikarin bidrun. Nirxa pere nemaye. Sala borî fistanê ku hezar TL bû îsal bûye 3-4 hezar. Krîzê bandor li hemû esnafan kiriye.”
 
‘Em nikarin debara xwe bikin’
 
Besnayê destnîşan kir ku debara xwe bi dirûnvaniyê dikin û wiha pêde çû: “Aborî hatiye astek wisa  jin fistanên xwe yên bi salan berê tînin tamîr dikin. Fîstanên me gelek xweşin. Ev kevneşopiya me ye. Lê mirov êdî nikarin fistanan bigirin. Berê me 6-7 saetan dirûn dikir. Niha em saetekê dikin. Em li benda muşteriyan e. Em nikarin kirê bidin. Em hewl didin kirêya mehekê berhev bikin. Ceyran heye. Av heye. Her tişt biha bûye.”
 
‘Wisa biçe em ê dukanan bigirin’
 
Besnayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo debara mala xwe bikim bi salan e kedê didim. Ji ber krîzê divê çareyek bê dîtin. Gelek hevalên me dukanên xwe girtin. Wisa biçe em ê jî bigirin. Kirê biha dibin. Ceyran biha dibe. Em nikarin van bidin, em nikarin debarê bikin. Ji ber vê jî em hatina asta girtinê.”