'Hedefama me ya bingehîn çareseriya meseleya kurd e'

  • 14:49 28 Gulan 2024
  • Rojane
ÊLIH – Siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata ya li Rêxistina DBP'ê ya Êlihê bi gel re hat ba hevdu got:"Hedefama me ya bingehîn çareseriya meseleya kurd e. Ev pirsgirêka hevpar a hemû partiyan e. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê ya berê û aktivista TJA'yê Ayla Akat Ata ya di rûniştina biryarê ya Doza Kobanê de tehliye bû  li Rêxistina DBP'ê ya Êlihê bi gel re hat ba hevdu. Dayikên Aştiyê, Dayikên Nobeta Edaletê, TJA û gelek kes hatin serdana Aylayê. 
 
Dayikan bi lîrandinê çepikan û dirûşma "Jin jiyan azadî" Ayla pêşwazî kirin. 
 
'Em ê têkoşîna xwe ji cihê maye dewam bikin'
 
Aylayê li vir da zanîn ew ê têkoşîna xwe ji cihê maye dewam bike û got:"Meşandina li bajarekî ewqas bedel daye ji bo min bi qîmet e. Ev rê dewam dike. Girtîgeh yek ji rawestgeha wê rêyê ye. Li girtîgehê me hewl da em bibin pereyekî wê rêyê. Me hewl da em keda gel di dema darizandinê de da me heq bikin. Em ê wekî endameke TJA'yê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Hedefama me ya bingehîn çareseriya meseleya kurd e' 
 
Aylayê bal kişand ser meseleya kurd û wiha pê de çû:"Hedefama me ya bingehîn çareseriya meseleya kurd e. Ev pirsgirêka hevpar a hemû partiyan e. Divê ev meseleya bi rêya demokratîk bê çareserkirin. Loma jî divê deriyê Îmraliyê vebin." 
 
Piştî axaftinê serdan bi klaman bi dawî bû.