'Em ê Rêberê xwe azad bikin'

  • 10:20 28 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê diyar kirin ku ew ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li berxwe bidin û heta azadiya wî wê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Jinan gotin:"Em hêza xwe ji Rêberê xwe digirin."
 
Bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li çar perçeyên welat ji bo azadkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî berdewam dikin. Li Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ji aliyê Kongra Star ve çalakiyek sê rojan hat orgenîzkirin. Çalakî li hola taxên Telêt Şemis Heleb a ku dikeve Rojhilata taxê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de fikir û felsefeya Abdullah Ocalan ji aliyê tevahî kesên hazir ve partiyên siyasî, kesên serbixwe, hêza ewlekariya hundirîn û tevahî endamên meclis û komînên di taxê de hat nirxandin. Gelek kes beşdar bûn. Jinan jî li vir dan diyarkirin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin wê her li qada bin. Her wiha gotin:"Ne ji fikir û felsefeya Rêbertî ba wê jin her bi qirkirinê re rû bi rû bimana."
 
'Perwerde ji bo me pir girîng e '
 
Di destpêkê de Endama Koordinasyona Kongra Star a bajarê Helebê Verjîn Mihemed wiha got:"Ji bo azadiya Rêbertî me çalakiya xwe sê rojan li dar xist. Di çalakiya me de hemî sazî, partî, meclisên taxê û welatiyên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê abajarê Helebê amade bûn. Di vir de em beş bi beş li ser fikir û felsefeya Rêbertî nirxandinê dikin. Di roja yekem de me nirxandina xwe li ser girîngiya perwerdeyê daye. Her wiha her endamek ji saziyên di taxê de li gorî karê ku dike û li gorî xebata xwe ya girêdayî fikir û felsefeya Rêbertî nirxandina xwe dikin. Perwerde ji bo me pir girîng e."
 
'Bi felsefeya Rêbertî me xwe nas kir'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Verjînê li ser fikir û feslefeya Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan axaftina xwe dewam kir û wiha pê de çû:"Fikir û ramanên Rêbertî ji bo me xwedî girîngî û nirx e. Bi saya ramanên Rêbertî me xwe nas kir û îro di hemî qadan de me cihê xwe girt."
 
Di dawiya axaftina xwe de Vêrjînê da zanîn ku jin wê bi saya ramanên Abdullah Ocalan xwer bigihîne azadiya xwe û wê azadiya Rêberê xwe misoger bike.
 
'Bi saya ramanên Rêbertî em azad bûn' 
 
Di heman demê de jî endama Meclisa Dadgeha Jin a kantonan Efrîn-Şehbayê Zekiyê Mihemed behsa felsefeya Abdullah Ocalan kir û wiha berdewam kir:"Em wek jin ji pêkhateya kurd beriya ku me fikir û felsefeya Rêbertî nas kir em di çarçoveya mal de hatibûn astengkirin. Îro jî bi taybet piştî ku me fikir û felsefeya Rêbertî nas kir me xwe nas kir ji ber ku dema destpêkê em bindest bûn lê îro me ferq kir çiqas mafê me hatibû binpêkirin. Lema jî di dema me ya îro de ger ji me ji bo  azadiya Rêbertî çi were xwestin em ê bê dudilî karê xwe berdewam bikin da ku em xwedî li Rêberê xwe derkevin." 
 
'Em hêza xwe ji Rêberê xwe digirin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zekiya balkişand li ser nûjenkirina cezayê dîsîplînê yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û got:" mê jî li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin heya ku em digihînin azadiya Rêberê xwe ya fîzîkî. Ji ber ku em hêza xwe ji Rêberê xwe digirin."