Jinên Curnê Reş li îradeya xwe xwedî derdikevin

  • 09:04 28 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
RIHA - Jinên Curnê Reş ên berî hilbijartinên wê di meha hezîranê de dubare bibe axivîn diyar kirin ku tiştê bûye neheqî ye û gotin ew ê bi awayekî xurt xwedî li dengê xwe derkevin. 
 
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê wê di 2'yê Heziranê de hilbijartinên rêveberiyên herêmî dubare bibe. Namzetên şaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) Garip Yeşil û Serhan Paydaş jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tu malên ku neçûbinê nehiştine. piştî biryara dubarekirina hilbijartinê qeymeqam wekî qeyûm tayînî şaredariya Curnê Reş hat kirin. Jinên li Curnê Reş ê me mîkrofona xwe dirêjî wan kir nerazîbûnên xwe anîn ziman û pêvajo nirxandin. 
 
'Ya li gelê kurd hatiye kirin zilmeke mezin e'
 
Ji welatiyan Adalet Salici, tiştên piştî hilbijartinên 31'ê Adarê bi bîr xist û wiha got:"Dinya alemê neheqiya hat kirin, şaştiya hat kirin dît. Ev rewşa tu kes qebûl nake. Ya li gelê kurd hatiye kirin zilmeke mezin e. Gelê kurd vêya qebûl nake, ew ê qebûl jî neke. Kesên berê dengê xwe nedabin DEM Partiyê jî wê vê carê bidin DEM Partiyê. Çimkî wan jî neheqiya hat kirin dîtin. Wê ji nû de hilbijartin bê kirin û em ê dîsa bi ser kevin. Ew ê partiya me bi ser bikeve."
 
'Ji bo aramiyê em dibêjin DEM Partî'
 
Newroz Karakeçili diyar kir ku ji bo aramiyê ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û got:"Divê şaredarî ji gel re xizmetê bike. Divê alîkariya xizanan bike. Bila her tiştên baş be bikin û li mirovan binêrin."
 
'Ya ku ya me bû wê dîsa bibe ya me'
 
Zeynep Onuz jî da zanîn wan hilbijartin qezenc kiribûn lê belê ya ku hatiye kirin neheqiyeke mezin e û got:"Wan bi xwe dengê xwe şewitandin. Lê belê bîra ku kolandin ew bi xwe ketên. Heqê me ye em ê dîsa bigirin. Em ê bi ciwanên xwe li hemberî wan bisekinin, Ya ku ya me bû wê dîsa bibe ya me."
 
'Daxwaza me xizmet e'
 
Zeynepê bi lêv kir ku ew xizmetê dixwazin û wiha pê de çû:"Taxên paqij û dibistan mafên me ne. Bila ji bo gelê Curnê Reş xizmetê bikin. Em ji bo zarok û ciwanên xwe dibêjin DEM Partî. DEM Partî siberoja her kesî ye. Çimkî herkesî qebûl dike. Kurd, tirk, laz... hemûyan qebûl dike. Loma em dibêjin DEM Partî."