Ji bo çalakiya 'Dawî li tecrîdê bîne' banga tevlibûnê

  • 09:03 28 Gulan 2024
  • Rojane
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Besna Gunay çalakiya "Dawî li tecrîdê bîne" nirxand û got, "Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pişt zarokên xwe bin. Bila herkes rabe ser piyan. Bila destê xwe bidin hev û edaletê bixwazin." 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê Mijdara 2023’an de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan çalakiya xwe piştî 4’ê veguherandin, çalakiya nederketina hevdîtina bi malbatê re û nederketina dadgehan. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê jî Nobeda Edaletê ya ku bi heman daxwazê ??dest pê kiribûn veguherandin çalakiyên cuda. Di çarçoveya van çalakiyan de her rojên Duşem, Çarşem û Înê li ber avahiyên AKP'ê, Wezareta Dadê û girtîgehan daxuyaniyên çapemeniyê tên dayîn û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî dixwazin.
 
Piştî çalakiya Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê bi mehan li Mêrdînê dewam kir, di çarçoveya veguherandina çalakiyê de malbatan û Dayikên Aştiyê roja Înê li ber avahiya AKP'ê  ya Mêrdînê bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" çalakiya xwe veguherandin daxuyaniya çapemeniyê. Dayika Aştiyê ku di heman demê de yek ji dayika girtiyan e Besna Gunay a ku bi mehan nobeda Edaletê girt û di çalakiya "Dawî li tecrîdê bîne" ku her hefte li ber avahiya AKP'ê tê lidarxistin de cih digire, çalakî nirxand.
 
'Me xwest tecrîd bê bidawîkirin'
 
Besna ku kurê wê 25 sal in di girtîgehê de ye, bi silavkirina hemû girtiyan dest bi axaftina xwe kir. Besna bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya girtiyan bi mehan dewam kir, anî ziman ku ji mehekê zêdetir e tu agahî ji girtiyên xwe nagirin. Besnayê, bal kişand ser Nobeda Edaletê ku piştî çalakiya girtiyan bi heman daxwazê ??dest pê kir û got, “Me bang li Wezareta Dadê kir û xwest tecrîda li ser zarokên me û serokê me bê bidawîkirin. Serokê me serokê hemû cîhanê ye. Ger ew azad bibe, wê hemû cîhan bêhnekê bigire. Me bi Nobeda Edaletê 3 meh in ji bo hemû girtiyên xwe azadî xwest."    
 
'25 sal in ez li ber deriyê zindanê me'
 
Besna bag li wezîrê Edaletê kir û xwest dawî li tecrîd û polîtîkayên şer bê anîn û diyar kir ku hemû dayik aştî û edaletê dixwazin. Besna got, “Em dixwazin tecrîd di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Em dixwazin zarokên me jî wek zarokên din bijîn. Em naxwazin bi salan di girtîgehê de bimînin. Kurê min 25 sal in bê sûc di girtîgehê de ye. 25 sal in ez li ber deriyê zindanê me. Bila girtiyên me serbest bên berdan. Bi taybetî girtiyên nexweş pêwîste di zûtirîn dem de bên berdan. Em dixwazin wek hemû kesên din ên cîhanê bijîn. Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin. "Em vê yekê li her derê tînin ziman." 
 
'Bila herkes destê xwe bike bin kevir'
 
Besnayê diyar kir ku her kesê xwedî wicdan û hemû dayik divê li girtiyan xwedî derkevin  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta dilopa dawî a xwîna xwe em ê li pişt zarokên xwe bin. Em ê têkoşînê bidomînin. Bila herkes rabe serpiyan. Dest bide hev û edaletê bixwazin. Bila herkes destê xwe bike bin kevir. Bijî berxwedana zindanan."