‘Jin bi awayekî çalak di nava xebatên hilbijartinê de cihê xwe digirin’

  • 09:05 27 Gulan 2024
  • Rojane
 
Ebîr Muhemmed-Zeyneb Îsa
 
QAMIŞLO -  Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed têkildarî girîngî û xebatên hilbijartinên şaredariyê yên wê di 11’ê Hezîranê de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin wiha got:” Jin bi awayekî çalak di nava xebatên hilbijartinê de cihê xwe digirin. Jin di xebatên hilbijatinan de xwedî roleke sereke ye. Em bawer dikin ku wê jin peywira xwe bi cih bînin. ”
 
Wê li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 11’ê Hezîranê de ji bo 133 şaredariyên li heremê gel biçin ser sindoqan. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya hilbijartinê namzetên xwe yên jin hilbijartin ji bo ku di şaredariyan de cihê xwe bigirin û nûnertiyê bikin. Ev gav di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo rol û misyona jinan gaveke girîng e.
 
Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed têkildarî girîngî û xebatên hilbijartinên şaredariyê yên wê di 11’ê Hezîranê de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin nirxandinên xwe kir. Her wiha Remziyeyê bal kişand ser girîngiya rola jinan a di xebatên hilbijartinê de û got:” Li gor Hevpeymana Civakî divê kotaya jinan jî hebe, jin bikaribin bibin hevserok û di meclisên şaredariyan de cihê xwe bigirin. Pêwist e li gor vê di nava meclisê de nêvî jin be nêvî mêr be. Di vî warî de jin rola xwe dilîzin. Jin bi awayekî çalak di nava xebatên hilbijartinê de cihê xwe digirin. Jin di xebatên hilbijatinan de xwedî roleke sereke ye. Em bawer dikin ku wê jin peywira xwe bi cih bînin. ”
 
‘Em ê bi demokrasiyê hilbijartinên xwe pêk bînin’
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star Remziye Mihemed di destpêkê de bal kişand ser girîngiya hilbijartinên li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got:”Hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelê li vir girîng e. Yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Em bikaribin sîstema xwe sal bi sal pêş bixin guhertinên ber bi demokrasiyê ve bide avakirin, ev gelekî baş e. Ev bi saya hilbijartinan jî pêk were girîng e. Gelek welat di nava aloziyan de nikarin hilbijartinên xwe bikin. Lê em heta ji destê me tê hewl didin tevî hemû êriş û astengiyan jî bi demokrasiyê hilbijartinên xwe pêk bînin.”
 
‘Ev hilbijartin bi taybet ji bo jinan dîrokî ye’
 
Remziyeyê da zanîn hilbijartin yek ji xalên Hevpeymana Civakî ye û wiha pê de çû:” Yek ji xalên Hevpeymana me ya Civakî jî pêkanîna hilbijartinên şaredariyê ya bi awayekî demokratîk e. Ev hevpeyman ji aliyê meclîsên gelan ve hatiye erêkirin. Li vir armanc ew e ku gelên li vir xwe bi xwe bi rê ve bibin. Wê di 11’ê Hezîranê de gel here ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Ev hilbijartin bi taybet ji bo jinan dîrokî ye.”
 
‘Em dixwazin bi xebatên şaredariyê nexweşiyên di nava civakê de kêm bikin’ 
 
Remziyeyê da zanîn bi xebatên şaredariyan ew dixwazin bajarên xwe nûjen bikin û wiha lê zêde kir:”Yek ji xebatên sereke ya ji bo xizmeta gel şaredarî ne. Ji bo em karibin şerê li ser me tê meşandin bi dawî bikin, pirsgirêkên di nava xwe de çareser bikin em girîngiyê didin xebatê şaredariyê. Girîngiya vê yekê ew e ku em xwedî li gel derkevin.  Gelek bedel hatin dayin. Ji bo em wekî şaredarî ji vê têkoşînê re bibin bersiv divê em peywira xwe bi cih bînin. Her wiha ji ber şer li herêmê gelek talanî hatine meşandin. Nexweşî û aloziyên civakî hatine meşandin. Loma peywireke mezin dikeve ser meclisên şaredariyan ku ji nû de bajarê xwe nûjen bikin. Divê em careke din xwezaya xwe paqij û geş bikin. Em dixwazin bi xebatên şaredariyê nexweşiyên di nava civakê de kêm bikin.” 
 
‘Jin bi awayekî çalak di nava xebatên hilbijartinê de cihê xwe digirin’
 
Remziyeyê bal kişand ser rola jinan a di hilbijartinan de û wiha got:” Di deklerasyona Kongra Star û Koma Jinan a Zenûbya de jî me behsa xalên girîng ên ji bo şaredariyan kiribû. Xebatên şaredariyan divê ne tenê paqijî be. Divê di milê çandî de jî parastinek hebe. Divê em ji bo xizmet û xebatên xwe li hêviya welatên li derve nemînin. Di aliyê werzîş û tendirustiyê de jî divê xizmet bên kirin û gelê me cihê xwe tê de bigire. Bi xebatên şaredariyê em çiqasî nêzî gel bin em ê ewqas serkeftî be. Ev ne cara ewil e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin pêk tên. Lê her hilbijartin xebatên xwe bi xwe re tîne. Girîngiya vêya ew e ku tevahî pêkhate tevlî dibên. Ev hilbijartin bi rengekî demokratîk tên lidarxistin. Gel bi îradeya xwe diçe ser sindoqan. Bi îradeya xwe namzetên xwe hildibijêre. Hilbijartinên pêşwext jî hatin çêkirin. Li gor Hevpeymana Civakî divê kotaya jinan jî hebe, jin bikaribin bibin hevserok û di meclisên şaredariyan de cihê xwe bigirin. Pêwist e li gor vê di nava meclisê de nêvî jin be nêvî mêr be. Di vî warî de jin rola xwe dilîzin. Jin bi awayekî çalak di nava xebatên hilbijartinê de cihê xwe digirin. Jin di xebatên hilbijatinan de xwedî roleke sereke ye. Em bawer dikin ku wê jin peywira xwe bi cih bînin. ”
 
‘Em sîstema hevserokatiyê bi ser bixînin’
 
Remziyeyê bal kişand ser girîngiya hevserokatiyê û wiha got:”Di hilbijartinên şaredariyê de girîng e ku em sîstema hevserokatiyê bi ser bixînin. Bi awayekî rast di nava pratîkê de bi cih bînin. Di milê desteya rêveber û meclisên şaredariyan de jin û mêr xwediyê nûnertiyeke wekhev in. Ew ê îradeya jinan di nava xebatên şaredariyan de careke dinê bi ser bikeve.” 
 
‘Divê dawî li dagirkeriyê bê’
 
Remziyeyê diyar kir ku talankirin û koçberî li ser gelê herêmê tê meşandin û wiha got:”Xisarek mezin bi salan e li ser gelên li herêmê tê meşandin. Talankirin, koçberî li ser gelên li herêmê hatin meşandin. Gel mecbûr ma di wargehan de bijîn. Di warê debarê de gel gelek zehmetî dît. Li dijî êrişan li dijî terora DAÎŞ’ê me xwe rizgar kir. Ji bo ev têkoşîn li ser piya bimîne xebat û hilbijartinên şaredariyan ji bo me girîng e. Jixwe me her tim li berxwe da û me bi derfetên kêm hewl da em xwe bi rê ve bibin. Dewletên derdora me her tim xwestine astengiyê ji me re derxînin ku em xwe bi rê ve nebin. Me kedeke mezin daye loma divê em li vê kedê bi hev re xwedî derkevin. Divê em hewl bidin ku ev sîstema êrişkar bişkê û hukumeta Sûriyeyê jî vê îradeyê bibîne. Kesên ku herêmên me dagir kirine divê vê îradeyê bibînin û dawî li dagirkeriyê bê.”
 
‘Jin di her milî de cihê xwe digirin’
 
Remziyeyê qala cihgirtina jinan a di her milî de kir û wiha got:”Wexta Rêveberiya Xweser nû hat avakirin jî wekî kotaya jinan ji sedî çil hatibû diyarkirin. Bi têkoşîna jinan bi pêşengiya şoreşê jinan di her qadê jiyanê de cihê xwe girtin. Jinan di aliyê leşkerî, civakî de roleke girîng lîstin. Di têkoşînê de gelek qurbanî jî hatin dayin. Lê belê dîsa jinan dev ji têkoşîna xwe bernedan jinan gelek herêmên dagirkirî rizgar kirin. Li cîhanê jinên kurd di milê diplomasiyê de jî roleke girîng lîst. Jin dema ku bikaribe di van qadan her wiha di qada tendirustiyê, ekolojiyê û perwerdeyê de xwe pêş bixin, çanda xwe biparêzin wê demê jin dikarin cihê xwe di hemû warên jiyanê de bigirin. Niha jinên kurd û ereb dikarin bi îradeyeke azad namzetên xwe hilbijêrin dengê xwe bi kar bînin. Ev jî nîşaneya demokrasiyê ye.”
 
‘Ew ê bi destkefityên me her tim berxwedana me mezin bibe’
 
Remziyeyê bi lêv kir ku wê jin bi xebatên di nava hilbijartinê de diyar bikin ku dikarin li her derê cihê xwe bigirin û wiha got:”Diyarkirina namzêtên jin a ji aliyê rêxistinên jinan ve jî bi taybet gaveke girîng e. Li hemû herêmên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev hat kirin. Loma jî jin bi kelecan, bi hêzeke xurt berê xwe didin sindoqan. Loma hilbijartin bi awayekî serkeftî derdikevin pêş.  Şoreşa me şoreşa jinê ye. Her gavên yekemîn û gavên serkeftî di şoreşa jinan de derdikevin. Bi vê hêzê em amadekariyên xwe ji bo 11’ê Hezîranê dikin. Bi xebatên hilbijartinê ve girêdayî wê namzet jî bi gel re civînan, semîran çêbikên xebatên xwe bikin. Ji bo gel namzetên xwe nas bikin wê li her bajarî şahî jî bên çêkirin. Me jî wekî jin xebatên xwe yên hilbijartinê bi şahiyan dest pê kir. Me deklarasyona xwe jî ji bo xizmeta gel amade kir. Em ê jin li dijî astengî û kêmasiyan bisekinin. Wê di xebatên hilbijartinên şaredariyan de jî jin bi xebatên xwe, diyar bikin ku jin dikarin cihê xwe li her derê bigirin û pêşengiyê bikin. Ew ê bi destkefityên me her tim berxwedana me mezin bibe. Heta dagirkiriya li ser me têk biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Pêwist e hemû jinên di bin kiryarên dagirkeriyê rizgar bibin.”