Xizmên girtiyan di çalakiya xwe de bi biryar in

  • 09:04 27 Gulan 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Xizma girtiyan Sultan Yagmekan ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtîgehan bê rakirin di çalakiyê de ye, diyar kir ku heta ku ji Rêberê PKK’ê agahiyekê negirin wê hem girtî hem jî xizmên girtiyan têkoşîna xwe bidomînin. Sultanê got: “Em li pişta Birêz Ocalan û zarokên xwe ne.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye, 38 meh in tu agahî ji wî û girtiyên din ên Îmraliyê nayê girtin. Her wiha hat hînbûn ku 6 meh qedexeya hevdîtina parêzeran a nû hatiye dayîn. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî çalakiya xwe ji 4'ê Nîsanê ve bi nederketina hevdîtina rûbirû, redkirina hevdîtina bi telefonê û bi çalakiya nederketina dadgehan didomînin. Xizmên girtiyan jî ji 6’ê Gulanê de ye bi heman daxwazê çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ didomînin. Xizmên girtiyan bi vê daxwazê ji bo bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin hatin Enqereyê û sê hefteyan hevdîtina wan hatibûn astengkirin. Di 22’yê Gulanê de bersiv girtin. Bi hinceta wezîr di civîna MYK’ê de, bi midûrê karê taybet ê wezîr Buşra Selek û amîrê Tetkîkê Îrfan Yilmaz re hevdîtin kirin. Malbatan di hevdîtinê de dijhiqûqiya li girtîgehan tên jiyîn anîn ziman û gotin heta bi wezîr re hevdîtinê nekin wê têkoşînê bidomînin.
 
Dayika girtiyê bi navê Firat Yagmekan yê li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklarê girtiye, Sultan Yagmekan der barê tecrîdê de axivî û da zanîn ku tecrîdê bandor li ser hemû civakê kiriye û heta ku agahiyekê ji Rêberê PKK’ê Abdullah negirin wê têkoşîna wan bidome.
 
‘Daxwaza me rakirina tecrîdê ye’
 
Sultanê da zanîn ku daxwaza wan rakirina tecrîdê ye û wiha got: “Berê jî me Nobeta Edaletê girtibû û piştî girtiyan di 4’ê Nîsanê de  biryarek nû girtin, me jî çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ da destpêkirin. Girtiyan tecrîda li ser Abdullah Ocalan protesto kirin û dernakevin hevdîtinan. Ev bû du meh dernakevin telefon û hevdîtinan. Em rewşa wan nizanin. Em nizanin ku zarokên me nexweş in, an çawan e.”
 
Sekna bi biryar a dayikan
 
Sultanê destnîşan kir ku ji bo daxwazên xwe bînin ziman çûne Enqereyê, xwestine bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin û wiha pê de çû: “Ji bo zarokên me yek gavek nehatiye avêtin. Em dayik in. Kezeba me dişewite. Em zarokên xwe mereq dikin. Em nikarin li malên xwe rûnin. Em çûn Enqereyê. Randevu nedan me. Dayikên Stenbolê ji ber randevu nehat dayîn vegeriyan. Me jî randevu xwest. Ji bo em pirsa ‘çima’ bipirsin çûn. Zarokên me ji ber tecrîda li ser Birêz Ocalan dernakevin hevdîtinê. Randevu dan me. Gotin  bila xizmên girtiyan bên. Em jî çûn. Em sê dayik çûn hundir. Cîgirê wezîr li wir bû. Gotin wezîr ne li vir e, çi derdê we heye bêjin. Cîgir li me guhdar kir. Du parlamenter jî hatibûn. Me sê dayikan derdê xwe got. Me got çima birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Me got 6 meh qedexeya nû hatiye dayîn. Me sedema wê pirsî. Me got çima agahî jê tune, çima CPT naçe Îmraliyê.”
 
Girtî di çalakiya xwe de bi biryar in
 
Sultanê got wê girtî heta ku agahiyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigirin çalakiya xwe bidomînin û wiha dirêjî dayê: “Me daxwazên xwe ji cîgirê wezîr re got. Cîgir got wê daxwazan ji wezîr re ragihînin. Em aştiyê dixwazin. Piştî wezaretê em çûn serdana Emîne Şenyaşar.  Bila zarokên me nemirin. Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Me ev li wir jî got. Yekane daxwaza me aştî ye. Girtiyên nexweş hene. Divê bên berdan. Em ê li bende edaleta wan nemînin. Em ê her tim ligel zarokên we bin. Heta ku zarokên me û Birêz Ocalan azad nebin em jî ne azad in.”
 
‘Ev tecrîd li ser hemû Tirkiyeyê ye’
 
Sultanê daxuyakirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû civakê ye û wiha dawî lê anî: “Ev tecrîd li ser hemû Tirkiyeyê ye. Divê hinek wijdan û edalet hebe. Em dayik in. Heta ku gav neyê avêtin em ê li kolanan bin. Li ku dibe bila bibe em ê rûnin. Wê çalakiya me bidome.”