Bi qursên li Atoleyeya Hêvî dibin xwedî pîşe

  • 09:02 27 Gulan 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Jinên ku di Atolyeya Jinê ya Hêvî ya ku di bin banê Şaredariya Êlihê de kar dike û di sala 2019'an de piştî ku qeyûm hat tayînkirin navê wê wekî BÎLMEK hat guhertin de dixebitin hem perwerde dîtin û hem jî pere qezenc kirin, jinan diyar kirin ku kursên li atolyeyê ji aliyê manewî û hem jî ji aliyê fizîkî v jiyana wan guhertine.  Jinan ji her kesî xwestin ku werin û bi beşdarbûna kursên li vir xwe bi pêş bixin. 
 
Li Êlihê di 2019’an de dema ku şaredarî di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû li taxa Petrolkent Atolyeya Qursên hînkirin û Pîşeyî ya Perwerdeyê ya bi navê Hêvî ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin navê wekî  BÎLMEK guhertin  hatibû vekirin û di 2021’ê de deriyên xwe ji qursiyeran re vekir. Li navêednê d di beşên cuda de qurs ji bo jinan tên dayîn û di heman demê de derfetên ku jin kargeriyên xwe vebikin dide.
 
Jinên diçin BÎLMEK’ê ji ajansa me re der barê xebatan de axivîn.
 
‘Bixwebaweriya min zêde bû’
 
Canan Balikçi ya 30 salî ev du meh in diçe atolyeya dirûnvaniyê ya BÎLMEK’ê. Cananê diyar kir ku ew li wir dema xwe xweş derbas dike û wiha got: “Demên ewil min cesaret nedikir ku ez qeyda xwe bikim. Ez li vir bi hevalên xwe re dema xwe xweş derbas dikim. Vê derê bixwebawerbûna min zêde kir. Her wiha ez li vir kar fêr bibim ez ê kargeriya jî dikaribim vebikim. Ez bang li jinan dikim. Bila jin jî wisa bikin.”
 
Tevî zextan serî netewand
 
Kubra Tunç jî di heman qursê de di atoleyya dirûnê de dixebite. Kubra ku ji Stenbolê hatiye Êlihê, diyar kir ku dema nû dest bi qursê kiriye, zext lê hatiye kirin lê wê serî netewandiye têkoşîn daye. Kubrayê wiha vegot: “Min ewil li vir di atolya kuafuroyê de dest pê kir. Piştî min sertîfîkaya xwe girt min dest bi atolyeya dirûniyê kir. Ev du dem in têm vir û kêfxweş im. Dema ewil bavê min destûr neda. Bavê min got ‘li mala xwe rûnê li zarokên xwe binêre’. Lê min qeyda xwe kir. Piştî demekê bavê min got ‘keça min ji min re vê bidirû.’ Henek dikir. Ez ji zarokên xwe re jî tiştan didirûm. Sê zarokên min e. Ez ji her sêyan re jî didirûm.”
 
‘Baş e ku ev qurs hene’
 
Jina bi navê Canan jî wiha got: “Baş e ku ev qurs hene. Mirov li vir hebûna jinan dibînin. Li cihê em dijîn qurs kêm in. Piştî min li vir dest pê kir hêviya min zindî bû. Ji ber min hêvî û wêrekiya xwe winda kiribû. Lê niha rewş berovajî ye. Em li vir tenê dirûnvanî û kuafuroyê fêr nabin. Em di her mijarê xwe de dibin xwedî hişmend. Mamosteyên me tên. Ji me re tiştan dibêjin. Jin dikarin her tiştî bikin. Tenê bila nêrîna xwe biguherin û netirsin. Dema nêrîna mirovan biguhere mucîze jî destpê dikin.”
 
‘Heta jin li malê rûnin wê zext jî zêde bibin’
 
Naciye jî di qursa dirûnê de dixebite û got ew ji ber vê gelek kêfxweş e. Naciyeyê jî ev nêrînên xwe anî ziman: “Em hem dixebitin hem pere qezenc dikin, hem ji zarokên xwe re tiştan didirûn. Divê jin ji bin zextan xilas bibin û li ser piyan bisekinin. Bila jin bixebitin û hewl bidin. Dikarin li malên xwe jî kar bikin. Bi kurtasî jin bixwazin dikarin bixebitin. Bila jin rabin ser piyan.”
 
‘Piştî li vir xebitîm jiyana min guherî’
 
Sevgî Polat ku 32 salî ye 6 meh in di qursa kuaforiyê de dixebite û wiha anî ziman: “Berê li cihekî nexebitî bûm. Ger li vir xwe pêş bixim ez ê kargeriya xwe vebikim. Hevalek min digot em biçin qursê. Piştre me biryar da em hatin. Hevjînê min jî piştgirî da min ez hatim. Roja min li vir xweş derbas dibe. Bi heval û mamosteyên min re dema me xweş derbas dibe. Ez kêfxweş im.”
 
‘Bila jin netirsin’
 
Necla Denîz Kayi ya 34 salî jî di atolyeya kuaforiyê ya BÎLMEK’ê de dixebite. Neclayê got dema zaroka xwe dibir qursa tenîsê ev qurs dîtiye û çûye ku cihê wê bibîne. Neclayê wiha got: “Ez çûm min qursa kuaforiyê pirsî. Gotin heye. Min qeyda xwe kir. Em perwerdehiyê li vir digirin. Bila jin netirsin. Tirs dijminê herî mezin e. Divê jin bi hincetan pêşî li xwe negirin. Min bi ser xist. Hêviya min ev e ku ez xwe hîn pêştir bixînim.”