Piştevaniya Mor li 3 herêmî konferans pêk anî: Em bi hev re xurtin

  • 18:18 26 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştevaniya Mor li sê herêman konfrans pêk anî. Jinên tevli konferansê bûn, tecrubeyên xwe yên têkoşînê vegotin û biryara mezinkirina berxwedan û rêxistinê dubare kirin.
 
Piştevaniya Mor bi wesîleya 10’emîn salvgera damezrandina xwe bi dirûşmeya ‘Ne tenê em bi hev re xurtin’ li Îzmîr, Stenbol û Edenê 4’emîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê pêk anî.
 
Îzmîr
 
Li Îzmîrê li navenda Çanda Turkan Saylan a Alsancakê konerans pêk hat. Ji gelek bajarên EGeyê endamên Piştevaniya Mor û hligel vê gelek nûnerên rêxistinên jinan û jinên berxwedana Akbelenê beşdarî  konferansê bûn.Jinan bê navber ‘dirûşmeya jin jiyan azadî’, ‘bijî piştevaniya jinan’ berz kirin.
 
‘Şoreşa Rojava hêzê dide’
 
Endama Koordînasyona Navenda Piştevaniya Mor (MK) Dîdar Gul di vekirina konferansê de axivî û da zanîn ku ev 10 sale bi ked û îradeyek mezin ala Piştevaniya Mor bilind kirine û got: “Em bi konferansên herêmê gavek din davêjin. Em di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Kapîtalîzm hewl dide fatura krîzê li hemû jin, ciwan û zarokan bibire. Em di şerê sêyemîn yê cîhanê de ne.Ligel me şerekî dijwar tê meşandin. Lê tevî vê em berxwe didin.      Em ji berxwedana gelê Fîlîstanê ji şoreşa Rojava hêzê digirin. Piştevaniya Mor her diçe mezin dike. Jin li dijî êrîşan  li hemû cîhanê xwe xurt dikin.”
 
Endama Piştevaniya Mor Sîgel Orkmez jî ku di protestoyên Wanê de hatibû girtin jî namze şand. Piştre peyamên bi vîdeo yên ku parlmaentera DEM partiyê Perîhan Koca , karkerên Agrobay, jinên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê şandibûnhatin temaşekirin. Dia xaftinên hatin kirin de pirsgisrêkên ku jin dijî û têkoşîna wan hat vegotin.
 
‘Akbelen wê ya jinên berxwedêr be’
 
Berxwedêra Akbelenê Nejla Işik jî axivî û da zanîn ku bijî têkoşîna wan ya bi rûmet, bijî piştevaniya jinê û got wê Akbelen ya jinên berxwedêr be.
 
Ji gundê Alamut ya Bozdag a Aydinê ku tê xwestin JES li gundê wan bê çêkirin Fatma Korkmaz jî axivî û got wê jin desturê nedin JES’an.
 
Konferans bi axaftinên nûnerên rêxistinên jinan, vegotina tecrube, têkoşînê berdewam kir. Konferans bi gerandina govendê bidawî bû.
 
Stenbol
 
Li Stenbolê jî li Navenda çanda Nazim Hîkmet a li Şîşliyê pêk hat.  Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan(DEM PartÎ), Tevgera Azadiya Jinê (TJA), Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM), Jinên Ciwan ên Azad, Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), Pîrebokên Lîseyê,Tora Parastina Jinan û gelek rêxistinên jinan tevli koneransê bûn.
 
Piştî hilbijartina dîwarnê axaftina vekirinê hat kirin. Nameya endama Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez ku di protestoyên Wanê de hatibû girtin ht xwendin. Piştre Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci axivî û da zanîn ku polîtîkayên şer ku pergala kapîtalîst xistiye jiyanê roj bi roj giran dibin û êrîşên li ser jinan her diçin zêde dibin.
 
Berdevka Piştevaniya Mor îrem Kayikçi jî axivî û detsnîşan kir ku jin li dijî êrîşan xwe rêxistin dikin û wê hêz û têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Hunermenda Seda Savaş derket ser dîkê û konferans bi gerandina govendê bidawî bû.
 
Edene
 
Konferan Herêma Çukurovayê jî li Edeneyê li Navenda Çanda Yaşar Kemal pêk hat.