Bertekên li dijî biryarên Kobanê: Biryar azadiya kesan binpê dike

  • 09:44 23 Gulan 2024
  • Rojane
WAN - Jinên biryara Doza Kobanê nirxandin wiha gotin:"Cezayê bertekên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li jinên kurd û partiya me dibirin."
 
Di rojên borî de Doza Kobanê hat dîtin. Ji bo siyasetmedaran bi tevahî 407 sal ceza hat dayin. Bertekên mezin li dijî birîna cezayên li siyasetmedaran hatin nîşandan. Li dijî biryaran li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin. Bertekên li dijî biryarên di Doza Kobanê de hatin dayin dewam dikin. Jinên Wanî jî diyar kirin ku biryarên hatine dayin ne hiqûqî ne û got ew ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
'Em ê li dijî nehiqûqiyan dengê xwe bilind bikin' 
 
Ji rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) Zehra Urar, da zanîn ew cezayên bi awayekî nehiqûqî hatine dayin qebûl nakin û vê yekê şermezar dikin. Zehrayê wiha got:"Li dijî nehiqûqiyên bi vî rengî em ê li qadan, li kolanan dengê xwe bilind bikin. Em biryarên bi awayekî nehiqûqî hatine dayin qebûl nakin. Cezayê bertekên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li jinên kurd û partiya me dibirin. Ev tê maneya têkoşîn û hebûna jinan qebûl nakin. Di serî de em cezayên li Figen Yuksekdag hatiye birîn û dawiyê cezayê li hemû hevalên me hatine birîn şermezar dikin. Em ê dengê xwe bilind bikin."
 
'Em cezayên hatine birîn bi tund şermezar dikin'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rêya Armûşê Nurhayat Polat da zanîn ev biryar ji bo bêdengkirina mûxalefetê ye û nehiqûqî ye, biryareke siyasî ye. Nurhayatê bi bîr xist ku li Tirkiyeyê wekî Doza Kobanê gelek dozên siyasî hene û wiha pê de çû:"Di van dozên siyasî de tevgereke bi kîn, hêrs û bi rik heye. Di serî de hevala me Figen Yuksekdag û hevalên me yên dinê bi awayekî nehiqûqî û bê sedem di girtîgehan de tên girtin. Îro em behsa normalbûnê dike, gava yekem a normalbûnê edalet e. Bi aweyekî guncav nêzî edaletê nabin."
 
'Biryar azadiya kesan binpê dike'
 
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Suzan Erçakan da zanîn biryarên tên dayin li dijî mafên mirovan e û wiha got:"Cezayên giran ên li girtiyan tên birîn ewlehî û azadiya kesan binpê dike. Ev nêzî 8 salan e gelek siyasetmedar ji ber faliyetên xwe yên siyasî di girtîgehan de tên girtin. Ev biryar di serî de mafê siyasetmedar Selahattin Demirtaş û hemû hevalên me yên dinê binpê dike. Tu şertê zagonî jî di vir de tune ye. Siyasetmedar ji ber gotin û çalakiyên xwe tên cezakirin. Ev jî binpêkirina azadiya rêxistinê ye. "
 
'Bila nehiqûqî, nenaskirina hiqûqê ji holê rabe'
 
Suzanê da zanîn darizandin ji serî heta dawiyê li derveyî rêgezên hiqûqê tê meşandin û bi encam die û wiha got:"Ev encam bi binpêkirina rêgezên ewlehiyê pêk hat. Gelek karên usulî bêyî bersûc û mudafiyan hat kirin û li ser hukmê di warê hiqûqê de kêmasî tune ye ev biryar hat dayin. Em hêvî dikin ku têkildarî vê biryarê dema lêkolîna îstinafê nehiqûqî, nenaskirina hiqûqê ji holê rabe. Bila derbarê siyasetmedarên ji ber faliyetên xwe yên siyasî tên cezakirin biryara beratê bê dayin. Bila biryara tehliyeya siyasetmedarên girtî bê dayin."