'Bi hevgirtina jinan wê dawî li aloziya Sûriyeyê were'

  • 11:02 21 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevli Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinên Sûriyeyê bûn diyar kirin ku tevî hemû şert û mercên dijwar lidarxistina kongreyê girîng bû û gotin:"Bi hevgirtina jinan wê dawî li aloziya Sûriyeyê were." 
 
Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinên Sûriyeyê ku bi dirûşmeya "Di Sûriyeke ne navendî û yekgirtî de, bi yekîtiya jinan em ê dawî li şer bînin û aşîtiyê ava bikin" di seatên sibehê de do dest bi xebatên kongreyê kir û bi daxuyaniyekê dawî kirin. Kongre li hola Cizîrê ya bajarê Helebê hate lidarxistin.
 
Di nava kongreyê de sîstema hundirîn a Meclisa Jinên Sûriyeyê ji aliyê endama Meclisê Cûheyne Miso ve hate xwendin. Piştre hilbijartinên Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê çêbû, tê de Rîhab Ibrahîm ji pêkhateya Ereb, Fenar Îsa ji pêkhateya Siryan û Gulan Silêman ji pêkhateya Kurdî weke koordîsnasyonên giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê hatin erkdar kirin.
 
Jinên tevli kongreyê bûn nêrînên xwe anîn ziman. 
 
Jinan bal kişandin ser binpêkirina mafên jinan 
 
Rîhabê bal kişand ser kiryarên ku di derheqê jinan de ji destpêka aloziya Sûriyeyê û heta roja me ya îro û wiha pê de çû:" Lidarxistina konferansa jinan girîng bû. Tevî şert û mercên dijwar ên siyasî û aborî yên li Sûriyeyê jî pêk hat. Armanca vê kongreyê ya sereke peydakirina çareseriyek ji hemû karesat û êşên gelên Sûriyeyê ye. Jinên li Sûriyeyê bi taybetî tûşî van êrişana tên. Her wiha jinan bal kişandin ser sedemên binpêkirinên mafên jinên Sûriyeyê. Şerê çekdarî dibe sedema çewisandin, girtin û îşkencekirina jinan. Di kongreyê de behsa vê mijarê jî hat kirin. Her wiha zewaca di temenê biçûk de ya zarokên keç a li Sûriyeyê û li welatên cîran jî hat nîqaşkirin. Her wiha ji ber koçberiyê zewaca di temenê biçûk de li ser zarokên keç tê ferzkirin. Gelek jin jî ji xwendinê bêpar tên hiştin. Bi taybet jinên li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin di nava rewşeke gelekî zehmet de ne. Di kongreyê de me bal kişandin ser van xalan jî. Ji bo çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî lidarxistina kongreyê girîng bû."
 
'Lidarxistina kongreyê ya di van şert û mercan de gavek girîng e'
 
Endama Ofîsa Rêxistinî ya Meclisa Jinên Sûrî Newroz Ebdullrehman bi lêv kir ku gelek jin tevli kongreyê bûne û fikrên xwe anîne ziman û wiha lê zêde kir:" Di van şert û mercên giran de derbasbûna me ya bajarê Helebê ji bo lidarxstina kongreya me, ji bo me gavek pir girîng e. Her wiha di vir de ji gelek bajarên Sûriyeyê jin beşdarî kongreya me bû. Ji bo ku em bi hev re bibin hêza çareserkirina aloziya li Sûriyeyê û ji bo em bi taybet mafên jinan biparêzin ev kongre girîng bû. Mijarên girîng lê hatin nîqaşkirin û ev yekê wê bibe wekî nexşerêyekê. "
 
Divê jin bibin yek dest
 
Di dawiya axaftina xwe de Newrozê banga xwe ji bo tevahî jinan kir ku ji bo xelasiya wan a ji aloziyê bibin yek dest û wiha got:"Hêviya me ya girîng ji bo tevahî jinên di kongrayê de amede bûne çareseriya pirsgirêkan e û pêşniyarên ji bo çareseriyê û xwedîderketina destkeftiyên jinan e. Nêrîna hevpar a jinan a ji bo çareseriyê girîng bû. Divê jin bibin yek dest. Yekîtiya jinan a li dijî aloziyan taybet e. "
 
'Bi hevgirtina jinan wê dawî li aloziya Sûriyeyê were'
 
Di dawiyê de jî Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûrî Gulan Silêman da zanîn hevgirtina jinan a di kongreyê de girîng bû û wiha got:" Me kongreya xwe li bajarê Helebê li dar xist. Tê de gelek jin ji hemû bajarên Sûriyeyê amede bûn. Her wiha gelek jinan xwestin beşdar bibin lê ji ber nebûna derfetan derbas nebûn. Di kongreya me ya îro de tevahî xalên ku li ser hatin nîqaşkirin wê bibe xala bingehîn a ji bo çareserkirina aloziya Sûrî. Ev yek jî wê bi hevgirtina jinan pêk were. Bi hevgirtina jinan wê dawî li aloziya Sûriyeyê were. Her wiha di vê rêyê de xalên girêng ew e ku jin bikaribin bibin xwedî biryar da ku şer û aloziya li Sûriyeyê bê bidawîkirin."