'Zeviyên me jî bişewitînin, em dest ji berxwedanê bernadin'

  • 09:06 21 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Welatiyên li kantona Şehbayê dimînin diyar kirin ku dewleta tirk zeviyên wan bi zaneyî dişewitîne da ku welatî bêçare bimînin û wiha gotin:"Dewleta tirk zeviyên me dişewitîne. Bi vê re dixwaze carek din berê me ber bi koçberiyê ve veke lê em bi axa xwe ve girêdayî ne. Wê daxwaza dijmin bi israr û berxwedana me pêk neyê. "
 
Koçberên Efrînê yên ku ev zêdeyî 6 sal in bi darê zorê koçberî Kantona Şehbayê bûne bi êrîşên dewleta tirk rû bi rû dimînin û ambargoya hikumeta Şamê ya li ser welatiyên li Şehbayê dewam dike. Têkoşîna welatiyên li Şehbayê ya li dijî êrişên dewleta tirk û ambargoya hukumeta Şamê jî dewam dikin. Dewleta tirk ji bo vê têkoşînê têk bibe, hemû cureyên êrîşan bi ser koçberan dide dewamkirin.Vê carê jî zeviyên gundê Teanê, Nêrebiyê û Im Hoşê yên kantona Şehbayê her wiha zeviyên navçeya Şêrewa dide ber agir. 
 
Penaberên Efrînê li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser wan û bi taybet şewitandina zevî, xêr û bereketa wan nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin:"Li kantona Şehbayê ji ber êrîşên dewleta tirk û ambargoya hikumeta Şamê em di nava rewşeke aloz de dijîn. Em debara xwe bi rêka çandinî û çinînê dikin lê ji bo ku dewleta tirk hebûna me li vir têk bibe bi hemû cureyan êrîşî me dike. Em jî tu car dest ji axa xwe bernadin heta em vedigerin welatê xwe."
 
'Em dest ji çandinî, kar û berxwedana xwe bernadin'
 
Dilîvan Îbiş kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha lê zêde kir:"Ev 6 sal in em bi darê zorê ji ser axa xwe koçber bûne û ev 6 sal in jî dewleta tirk êrîşên xwe bi ser me de dide dewamkirin. Bi taybet di dema me ya niha de, di demsala çinîna zeviyên genim de êrîşî ser zeviyên me dikin û zeviyên me dide ber agir. Dewleta tirk bi van kiryarên xwe hewl dide vîna me biçewisîne her wiha berê me carek dinê ber bi koçberiyê de bide. Lê bila dewleta tirk nehizire ku em ê dest ji berxwedana xwe ya li vir berdin. Em ê karê xwe, çandiniya xwe dewam bikin."
 
'Em teslîmkariyê napejirînin'
 
Dilîvanê da zanîn ku ew ê teslîmkariyê li hember dijmin nepejirînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Dewleta tirk her êrîşên xwe bi ser me de dide dewamkirin. Hewl dide bi van êrîşên xwe berxwedana me tune bike. Îro em zarokên xwe dişînin paliya erdan lê dîsa jî her carê ji êrîşên dewleta tirk bêpar namînin. Lê em ê berxwedana xwe li hemberî êrîşan bidomînin."
 
'Dewleta tirk zeviyên me dişewitîne'
 
Hêvîn Tahir Xelîl êrişên li dijî zeviyên pê debara xwe dikin, şermezar kir û wiha pê de çû:"Ev bû zêdeyî 6 sal in ku em koçî navçeya Şêrewa bûne. Ji wê dema ku em koçber bûne û heta roja me ya îro dewleta tirk êrîşên xwe bi her awayî li ser me dide meşandin. Em bi çandiniyê debara xwe dikin lê dewleta tirk bi awayekî sîstematîk bi destên çeteyan êrişî zeviyên me, êrişî me dike. Hem me qetil dikin hem zeviyên me dişewitînin. Naxwazin kurd bi tu awayî pêş bikeve. Ji her alî de êriş dikin û dixwazin destkeftiyên me jî têk bibin. Lê em ê destûrê nedin. Tevî şert û mercên dijwar jî em ê berxwedana xwe dewam bikin. "
 
'Em ji êrîşên dewleta tirk natirsin'
 
Hêvînê da zanîn ku ew ê tekoşîna xwe bidin domandin û got:"Dewleta tirk çiqas êrîşên xwe bi ser me de bide dewamkirin jî tu carî em bê hêz nakevin. Em ê çanda çandiniyê ya ku di bingehê de jinê keşif kiriye dewam bikin û xwedî li wê çandê derkevin. Em ê li dijî dijminatiya dewleta tirk li berxwe bidin û di warê çandiniyê de xwe bêtir pêş bixin. Em ê van polîtîkayên êrişên li dijî zeviyên xwe vala derxin. Dixwazin wiha aboriya me têk bibin lê em ê destûrê nedin vê yekê. "
 
'Em dest ji berxwedana xwe bernadin'
 
Rûken Hesen jî da zanîn ku dewleta tirk ji bo berxwedana wan têk bibe hemû cureyên êrîşan bi ser wan, dide meşandin lê wê daxwaza dewleta tirk pêk neyê û got:"Di vê demê de demsala çandinî, çinîn, eşêf, paleyiyê ye. Em jî bi rêka vî karî li kantona Şehbayê debara xwe dikin lê her carê dewleta tirk êrişî me dike. Bêyî ku cudahiyê bixe nava zarok, mezin û jinan êrîşê dide dewamkirin lê em dest ji berxwedan, têkoşîn û axa xwe bernadin."