Niqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû: Gotina jinan girîng e

  • 09:03 21 Gulan 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
İZMİR - Endama PM'a DEM Partiyê Aysel Bataray derbarê niqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû de axivî, diyar kir ku di van niqaşan de divê ji nêrîna jinan re girîngî bê dayîn û got, "Bêyî nêrîna jinan ne destûreke bingehîn a baş dikare bê çêkirin û ne jî derbarê jinan de biryarên baş dikarin bên dayîn." 
 
Piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê, bi serdanên Serokê TBMM'ê Numan Kurtulmuş ên partiyan, pêngava 'Destûra Bingehîn a nû' hatin destpêkirin. Nîqaşên hatin destpêkirin berdewam dikin. Li aliyê din nîqaşên li ser guhertina Destûra Bingehîn a 1982’yî jî ku berî vê hatibûn destpêkirin jî dewam dikin. Her çend di Destûra Bingehîn a sala 1982'yî de ku piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê hat amadekirin û ji aliyê hin aliyan ve weke "destûra serdema derbeyê" herçend ku di nava 42 salan de di vê destûra bingehîn de hin guhertin hatibin kirin jî ji bo destûreke bingehîn a nû têrê nakin û lihevkirinek pêk nehat. Herî dawî di destûra bingehîn a heyî de di referandûma 2017’an de, bi derbasbûna ji sîstema parlamenteriyê ji bo Sîstema Hikûmetê ya Serokatiyê, guhertin hatibû kirin.
 
Di vê çarçoveyê de Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêk anî. Piştî civînê Tûlay Hatimogullari got, “Em weke DEM Parityê di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoya çêkirina destûreke bingehîn heye. Derbarê vê mijarê de me daxuyaniyên cuda dan û dema ku em di serdemeke ku Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê jî nayê qebûlkirin re derbas dibin, nêrînên me yên li ser guhertina Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê û avêtina gavan ji bo avakirina Tirkiyeya demokratîk ji raya giştî re tên zanîn. Helbet di vê pêvajoyê de pêdivî bi paqijkirina rê heye. Ji bo avakirina pêvajoya Destûra Bingehîn a demokratîk li Tirkiyeyê, ji holê rakirina pêvajoya zextên heyî, ji holê rakirina pêkanînên dijdemokratîk, bicihanîna Destûra Bingehîn, bicihanîna biryarên AÎHM'ê, pêwistin û ev ji bo me girîng in."
 
Endama PM'ê ya DEM' Partiyê Aysel Batyar di nirxandina nîqaşên Destûra Bingehîn a nû de, bal kişand ser destkeftiyên jinan û Peymana Stenbolê û destnîşan kir ku di van nîqaşan de nêrîna jinan girîng e.
 
Çi test derket
 
Ayselê  diyar kir ku her roj jinek tê qetilkirin û qanûna bi hejmara 6284'an nayê pêkanîn û wiha dewam kir, "Em hewldanên feraseta jinê, bi taybetî ji aliyê rejîma AKP'ê ve, ji bo ku têgeha jinê di nava malbat û zarokan de bi cih bike, dibînin. Yek ji du tiştên baş ên AKP'ê yên di dema desthilatdariya xwe de kir, Peymana Stenbolê bû. Lê di bin zexta hin derdoran de bi lez û bez ev yek da aliyekî û piştî wê jî atmosfera tarî û zordar ku qada têkoşînê li jinan teng kir pêk anî.  Di niqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû de, em hêvî hêvî dikin ku ji vê yekê gavên erênî ji bo jinan derkevin,."
 
'Dixwaze feraseta monîst misoger bike'
 
Aysel da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP-MHP'ê hewl dide destkeftiyên ku jinan bi têkoşînê bi dest xistine, bi Destûra Bingehîn tune bike û got, "Bi destûra bingehîn dixwaze rejîma xwe, feraseta monîst, mêraniyê misoger bike û ji bo wê bergek qanûnî amade bikin. Divê li dijî vê êrîşê, jin bên gel hev û dengê xwe bilind bikin. Divê em têkoşînê li kolan, kargeh û qadan bidin meşandin"
 
'Destûra Bingehîn bi vî rengî nayê çêkirin'
 
Ayselê diyar kir ku di vê mijarê de fikir û îtîrazên jinan gelekî zelal in û got, xala girîng ew e ku weke jin van nerazîbûnan ??bi rêxistin bikin. Aysel amaje bi wê yekê kir ku Destûra Bingehîn bi vî rengî nayê çêkirin û got, “Destûra Bingehîn bi vî rengî nayê çêkirin. Guhertinên ku di gotarên derbarê jinan de hatine pêşbînîkirin qet bi vî awayî nayên kirin. Nakokî çi dibe bila bibe. Destûra Bingehîn ji bo parastina şexsan bi taybetî jinan li hemberî dewletê tê çêkirin. Destûra Bingehîn kesn li hemberî dewletê diparêze. Lê belê ev xebatên Destûra Bingehîn hewldanên arastekirina dewletê bi ser hemû welatiyan ve ye."
 
'Bêyî hevdîtina bi jinan re Destûra Bingehîn nayê çêkirin'
 
Ayselê diyar kir ku ev rewş ji bo jinan tarîtiyeke, bi taybetî destkeftiyên jinan ên ku hatine qanûnîkirin hemû bi têkoşînê hatine bi destxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Bi serdanên saziyên mêran û piştguhkirina saziyên jinan, ne Destûreke Bingehîn a baş deredikeve holê û ne jî ji bo jinan biryarên baş dikare bên daîn. Ez dibêjim ku ev hewldanên vala ne. Ev hewldan tên wateya tarîkirina pêşeroja jinan û xespkirina destkeftiyên wan. Divê li dijî vê em têkoşînê mezin bikin."