'Armanca Pakêta Darazê xespkirina destkeftiyên jinê ye'

  • 09:03 20 Gulan 2024
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Yek ji parêzerên EŞÎK’ê Yelda Koçak da zanîn ku 9’emîn Pakêta Darazê di serî de jin ji bo hemû civakê xetereyan dihewîne û got: “Pakêta darazê ji bo demokrasiyê nehatiye amadekirin. Ji bo xespkirina mafê jinan, ji bo dengê çapemeniyê bê birîn, ji bo muxalefetê bêdeng bikin hatiye amadekirin.”
 
 Desthilatdarî di bin navê pakêta darazê de ji bo otorîteya xwe xurt bike gavên ku hiqûqê nas nake davêje. Yek ji van gavan jî 9’emîn Pakêta Darazê ya ji aliyê wezareta dadê ve hatiye amdekirin ku ji 38 xalan pêk tê ye. Di Pakêta Darazê de ji Qanûna Cezaya Tirk bigirin heta Qanûna Medenî û Qanûna Noteran guherîna gelek xalan tê pêşniyarkirin. Tê payîn ku pêşnûmeya Pakêta Darazê piştî cejnê bê Meclîsê.
Yek ji parêzerên Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Yelda Koçak der barê guherînên di pakêta darazêde cih digirin û encamên wê de axivî.
 
‘Bi armanca demokrasiyê nayê kirin’
 
Yeldayê balkişand ser naveroka guherînên di qanûnan de ên di pakêta darazê de û wiha got:”Bi feraseta qanûna tirik ev pakêta darazê hatiye amadekirin. Ev jî bi civakê re rê li ber fikaran vedike. Divê li dijî mantika qanûna tirik bê derketin. Di qanûna medenî de, qanûna cezaya Tirk de, qanûna înfazê de guherîn bi qanûna tirik nayê kirin.  Ev usul şaş e. Heta îro di hemû pakêtên darazê de yên derketine, di destkeftiyên qanûnên heyî de şûndeketinek mijara gotinê ye. Pakêtên darazê bi armanca xurtkirina otorîteriyê tên amadekirin. Pakêta darazê ji bo demokrasiyê nayê amadekirin. Ji bo xespkirina mafê jinan, ji bo dengê çapemeniyê bê birîn, ji bo muxalefetê bêdeng bikin, vê dikin.” 
 
'6284 carek din hedef e'
 
Yeldayê wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî xalên ku dixwaze biguherîne gav bi gav pêk tîne. Ji 2016’an het aniha hemû êrîşên li hember mafên jinan yên hatine bidestxistin, di rapora darazê de tên dîtin. Di 9’emîn pakêta darazê de jî tiştên ku heta îro nekirine dixwazin bîkin. Di 9’emîn pakêta darazêde de der barê guherîna di qanûna hejmar 6284’an jî pêşniyar heye.  6284 carek din hedef tê girtin. Tevî ku DDB’ê got piştî zewacê girtina paşnavê mêran li dijî newekheviyê ye jî tevî vê yekitiya malbatê didin pêş û dixwazin  bi pakêta darazê pêşî li vê biryarê bigirin. Xala amadekirina pakêta darazê biryara DDB’ê tune dihesibîne.”
 
‘Ev sererastkirin amadekirina zemîna otorîter e’
 
Yeldayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pakêta darazê guherînên ku bandor li hemû qada jiyanê dike dihewîne. Yek ji van guherînan jî ‘sîxuriya bi bandore’. Yekane gava ku dişibiya sîxuriya bi bandor bi qanûna dezenformasyonê hewldan bikin. Dema sîxuriya bi bandor pêk bê wê her kes wek sîxurê bi bandor bê dîtin. Sîxuriya bi bandor amadekariya zemîna otorîter e. Her wiha dixwazin bi vê pakêta darazê kujerên jinan, gumabarên destdirêjiyê, yên tundiyê li jinan dikin, yên sûcên edlî kirine berdin. Ji ber vê divê her kes bi awayekî bi bandor li dijî vê dengê xwe bilind bike. Berî biçe meclisê divê muxalîf tişta ji destê wan tê bikin.”