Li Şêxmeqsûdê Weqfa Jina Azad a Sûrî hat vekirin

  • 10:38 19 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB- Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê Weqfa Jina Azad a Sûrî hat vekirin. Hat diyarkirin ku navend ji bo pêşxistina jinan hatiye vekirin.
 
Duh li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê  Weqfa Jina azad a Sûrî hat vekirin , ev nêzî mehekê ye ku xebata ji bo vekirina vê navendê dihat kirin. Li navendê dê perwerdeya bi Zimanê kurdî, Erebî, ingilîzî bê dayîn û dê perwerdeya dirûnkariyê,  teknîkî, kuaforî û zayînê bê dayîn. Herwiha ji bo di rewşa awarte de mudaxeleyê jî dê perwerde bê dayîn. Ji Rêveberiya Weqfa jina azad a Sûrî tendirûstvana bajarê Qamişlo Malîka Hesaf û Endama Koordenesyona Kongreya Star a bajarê Helebê Verjîn Mihemed derbarê vekirina  Weqfê  de axivîn.
 
Malîka Hesaf diyar kir ku Îro ew derbasî bajarê Helebê bûne û  Weqfa Jina Azad a Sûrî li Helebê vekirine û wiha got, "Biryara vekirina vê navendê hîna ji sala 2014`an de di pirojeyên me de bû lê ji ber derfetan heta îro nehat vekirin û piştî ku me derfet bi dest xistin me navend li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê vekir, armanca me ji vekirina vê navendê ew e ku em xwe bighînin hemû jinên ji hemû pêkhateyan ku em wan di milê zanistî, tendirostî ,aborî de bi pêş bixin."
 
'Em vekirina navendê li hemû jinan pîroz dikin'
 
Di heman demê de Endama Koordenesyona Kongreya Star a bajarê Helebê Verjîn Mihemed jî wiha derbar xebatên ku wê di hundir navenda weqfê bên kirin kir û wiha pê de çû:"Îro me li bajarê Helebê cara yekem Weqfa Jina Azad vekir û  mehekê ji bo vekirina vê navendê me xebat meşand.  Em di serî de  vekirina vê navendê li rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û li hemû jinan pîroz dikin. Armanca me ya serek ji vekirina vê navendê ew e ku em jinan bi rêxistin bikin û di warê beşa xwendin nivîsandin, zayîn,dirûnkarî, perwerdeya li ser teknîkê, Kuaforî û ji bo rewşên ewarte mudaxelekirinê em jinan perwerde bikin û wan qezenc bikin."
 
'Me ji tunebûnê heyî kir'
 
Di dawiya axaftina xwe de Verjînê da zanîn ku tevî dorpêça heyî dîsa wan bi israr xwe gihandine tevahî jinan  û got:"Hikûmeta Şamê ambargo daniye ser Taxa Şêxmeqsûd. Lê tevî astengiyên ku me kişandin  jî me her hewl da em xwe bighînin tevahî jinan û me ev pêk anî. Me ji tunebûnê heyî kir û li vir em ê her li pişta jina bin û ji bo pêşxistina wan zêdetir kar û xebatan bikin."