‘Kesên xwedî li Kobanê derketin rumeta me ne’

  • 09:05 19 Gulan 2024
  • Rojane
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Jinan bertek nîşanê biryara ji Doza Kobanê derketiye û bi sedan sal ceza li siyasetmedaran hatiye birîn dan û gotin: “Em bi têkoşîn, sekn û biryara xwe ya xwe bi hişmend, çawa ku duh li dijî DAIŞ’ê Kobanê parast em ê îro jî ligel têkoşîna Gelê Kurd û siyasetmdarên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bin. Têkoşîna me neqediyaye didome.”
 
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin hat dîtin. Di çarçoveya dozê de 42 sal cezayê girtîgehê li Hevserokên berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Fîgen Yuksekdag hat birîn. Ji bo 5 siyasetmedarên girtî biryara berdanê û 12 kesan de jî biryara beraetê hat dayîn. Di çarçoveya dozê de biryara berdewamkirina girtina 13 kesan hat dayîn û bi giştî derbarê 21 siyasetmedarî de 374 sal û 7 meh ceza hat birîn.
 
Bertekên li dijî biryarê didomin. Der barê mijarê de Cigira Serkatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi û femînîst Roza Kahya axivîn. 
 
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
 
Cigira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi  da zanîn ku doz ji destpêkê heta niha bi awayekî dijhiqûqî hatiye meşandin û wiha got: “Ev doz parêzvaniya faşîzma AKP’ê ya DAIŞ’ê ye. DAIŞ li Kobanê û Rojava têk çû û tola wê ji siyasetmedarên Kurd digirin. Bi sedan ceza dan hevalên me  Dîroka şoreşgeran zêdetir dîroka sêdar û zindanan e. Em ê ji sekn û polîtîkayên tawîz nekin û têbikoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Em ê Gelê Kurd jî biparêzin’
 
Gamzeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku daraz pergaleke ku bi destê daraza AKP-MHP’ê hatiye avakirinê ye û wiha dirêjî dayê: “Biryara daraza Tirkiyeyê hukma wê tuneye. Em şoreşger wê bi Gelê Kurd re yekitiya xwe bidomînin. Em ê bi sekn û têkoşîna xwe, çawa ku me duh Kobanê li dijî DAIŞ’ê parast, em ê îro jî mafê Gelê Kurd biparêzin. Ji vir şûnde jî em ê berxwedan û têkoşîna xwe, lêgerîna edelet û heqîqetê bidomînin.”
 
‘Kobanê neket zindî bû’
 
Roza Kahya jî daxuyakirin ku doza Kobanê senaryoye û wiha pê de çû: “Bi salane doz wisa domandin. Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan got ‘Kobanê li ber ketinê ye’. Lê Kobanê neket, ji nû ve zindî bû. Tovên jiyanê yên berxwedana Kobanê îro li hemû axa Kurdistan û Tirkiyeyê zindî bûye. Dengê vê têkoşînê li her derê deng daye. Ji ber ye ku ceza li hevalên me hatin birîn. Em  ji bo hevalên xwe yên hatine tahliyekirin çiqas kêfxweş in, ev qasî ji bo hevalên ceza lê hatine birîn bi hêrs û xemgîn in.”
 
‘Her kesê ji bo Kobanê têdikoşe rumeta me ye’
 
Rozayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi siyasetmedarên hatine berdan re têkoşînê ji nûve bihûnin. Em ê nexşerêya têkoşînê hîn bêtir xurt bimeşînin. Em ê bi hevalên xwe re têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Ez banga têkoşînê li hemû kesî dikim. Hemû kesên xwedî li Kobanê, li doza Kobanê derdikevin rumeta me ye.”