Hevdîtina azadî û edeletê: Kes nikare me ji riya me bike

  • 19:39 18 Gulan 2024
  • Rojane
STENBOL- DEM partiyê bi dirûşmeya ‘bijî berxwedana Kobanê ‘hevdîtina azadî û edeletê’ pêk anî. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axivî û got: “Yên ev doz vekirin wê çalî sergoyê dîrokê bibe û yên ji wê dozê hatine darizandin jî wê wek ronahiya pêşerojê hebin. Em di riya rast de ne û kes nikare me ji riya me  bike.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî, li dijî biryarên doza Kobanê li Qada Esenyurtê hevdîtina gel pêk hat.  Hevberdevka Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Esengul Demîr, hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhat tevli bûn.
Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Gonca Yangoz ewil axivî û da zanîn ku ew cezayên ku dijhiqûqî hatine dayîn nas nakin û got wê bi hev re faşîzmê têk bibin.
 
Hvserokê DEM Partî yê Stenbolê Murat Kalmaz jî axivî û da zanîn ku cezayên hatine dayîn li ser daxwaza Erdogan hatine dayîn û got wê li dijî biryarê têbikoşin û serî netewînin.
 
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî axivî û got têkoşîna gelê Kurd rumeta wan e û wê vê têkoşînê bimeşînin.
Sreokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Ozturk jî axivî û daxuyakirin ku wê hesab bidin gelê Kurd û Tirk û daxuyand ku heta ku hevalên wan azad nebin wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Endamê MYK’a Partiya Çep Alper Taş jî axivî û destnîşan kir ku wê bi têkoşînek aştiyane, demokrat û mîlîtan biserkevin, wê bi hev re serkeftinê û aştiyê bînin.
 
‘Kes nikare me ji vê rê vegerîn’
 
Hevseroka HDK’ê Esengul Demîr jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “ Doza Kobanê doza kumpasÊ ye. Ev doza tolgirtina siyasî bû. Ev soz ji bo pêşî li têkoşîna Kurdan bigire hat plankirin. Li Tirkiyeyê şoreşger kedkar li cem gelê Kurdin. Yên ev doz vekirin wê çalî sergoyê dîrokê bibe û yên ji wê dozê hatine darizandin jî wê wek ronahiya pêşerojê hebin. Em di riya rast de ne û kes nikare me ji riya me  bike. Bijî berxwedana zindanan. Bijî berxwedana Kobanê.”
 
Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî herî dawî mafê axaftinê girt û bi lêv kir ku wê Tirkiyeyek u girtiyên siyasî azad bûne bi hev re bibînin û got berxwedana Kobanê bi serketiye kesên berxwe didin jî silav dikin.
 
Hevdîtin bi dirûşmeyan bidawî bû.