Gultan Kişanak bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin

  • 14:55 17 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Siyasetmedar Gultan Kişanak li Amedê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. Kişanak, wiha got: “Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket, mîna Kobanê bi ser ketî. Dê doza kompasê ya Kobanê jî biçe sergoya dîrokê.” 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku duh ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê tehliye bû, piştî 7 sal û nîvan hate Amedê. Kişanak, li Balafirgeha Amedê ji hêla hevşaredarên bajarê mezin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û jinan ve bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. Kişanak a ku bi çîçekan hate pêşwazîkirin, yek bi yek hemû jin hembêz kir. 
 
'Dê doz biçe sergoyê dîrokê'
 
Gultanê li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Heta tevahiya hevalên me azad nebin em jî azad nînin. Kobanê, encama wijdanê ye. Piştre jî weke doza kompasê ya Kobanê anîn pêşiya me. Hêj jî wisa didome. Me careke din derfeta wijdan û bêwijdaniyê, fêmkirin û dîtinê dît. Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket. Mîna serkeftina Kobanê. Dê doza kompasê ya Kobanê jî biçe sergoya dîrokê. Em jî dê tevahiya hevalên xwe azad bikin. Em ê bi hev re li Amedê govenda azadiyê bigerînin. Em îro kêm in, hinek birîndar in. Hevalên me di dilê me de ne, dê di têkoşîna me de bi me re bin. Ew jî wisa dixwazin.” 
 
Peyama Fîgen Yuksekdag
 
Gultanê, silavên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ragihand û peyama Fîgenê ya îro wiha bi bîr xist: “Silavên Serok Fîgen ji bo her kesî  hebûn. Gelek silavên wê ji bo gelan hebûn. Got; ‘Me bi saya berxwedanê xwe gihand van rojan. Dê ji vir û şûnde jî wisa bidomînin.’ Peyama wê ya îro we jî dît. Dibêje ‘Bila kesek serê xwe netewîne.’ Biryara têkildarî me hatiye dayîn, sedema têkoşînê ye. Bêguman em xemgîn bûn. Ev biryara derhiqûqî û neheq, berdewamiya kompasê bû. Em ê vê jî derbas bikin. Min silav û hêviya têkoşînê ya hemû hevalan ji bo Amedê anîn.” 
 
Gultanê û kesên pê re piştre derbasî Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bûn.