Ji Curnê Reş ji bo hilbijêrên bi tevger bang

  • 09:02 17 Gulan 2024
  • Rojane
RIHA- Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglu ji bo hilbijartinên 2’ê Hezîranê yên li Curnê Reş pêk tên bang kir û got wê biserkevin. Semayê bang li hilbijêrên bi tevger ku wek karkerên demsalî çûne bajarên din kir.
 
 Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 45 salan şûnde li navçeya Curnê Reş a Rihayê bi ser ket. Lê li ser îtîraza AKP’ê bi biryara YSK’ê wê di 2’yê hezîranê de dîsa hilbijaritn bên kirin. Gelê Curnê Reş ku wê dîsa biçin ser sindoqan banga xwedîderketina îradeyê kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglu got wê di 2’ê Hezîranê de jî bi ser kevin.
 
‘AKP û alîgirên xwe temehmul nekirin’
 
Semayê di axaftina xwe de daxuyakirin ku li Rihayê di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftinek mezin hatiye bidestxistin û wiha got: “AKP û alîgirên xwe serkeftin hezm nekirin û îtîraz kirin. Em ê cara duyemîn biserkevin.Ez hemû gelê me silav dikim. Me dîroka Rihayê de tiştekî yekem jiya.Me serkeftina hilbijartinên herêmî bi serkeftina Curnê Reş tacîdar kir. Lê mixabin AKP û alîgirên wê  tehemulê vê  nekirin. Em ê 2’ê Hezîranê de dîsa biçin ser sindoqan. Me bi baweriy aku em ê bi serkevin xebat dan destpêkirin.”
 
‘Encama li Curnê Reş hatiye jiyîn têkçûna AKP’ê ye’
 
Semayê balkişand ser potansiyela çandî ya li Curnê reş û got tevî ev potansiyel heye welatiyê navçeyê ji bo karkeriya demsalî diçin bjarên din û got: “Ji Curnê reş pir kes diçin karkeriya demsalî. Riha di vê mijarê de di rêza yekemÎn d eye. Ev encama polîtîkayên têkçûyî yên AKP û partiyên siyasî ye. Li bajar betalî û nifûsa ciwanan zêde ye. Di hilbijartinan de divê karkerên demsalî bên denga xwe bikar bînin. Ji bo em karkran bînin me  amadekariyên xwe temam kirine. Divê bi DEM partiyê re bikevin têkiliyê.”
 
‘Şert çi dibin bila bibin bikevin têkiliyê’ 
 
Semayê di berdewamiyê de wiha got: “Em wek DEM partî bang li hemû welatiyên xwe dikin. Hûn li ku dibin bila bibin şert çi dibin bila bibin werin xwedî li îradeya xwe derkevin. Em ji bo vê hemû derfetên xwe dikin dewrê. Me xwe gîhand hezar û 300 kesî. Ev rêjeya me wê hîn bêtir zêde bibe. Hevalên me ger ku karkerên demsalî bin, em ji ser têkiliyên ku hatine avakirin wan bi wesayîtan tînin û em bîletên wan digirin. Lêçûna rê, xwarin aydê me ye. Ev ji bo xwendekar û welatiyên me yên din yên di sanayiya entustriyel de dixebitin jî derbasdare. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih. Em ê şert û mercên hatin û çûyînê ava bikin.”
 
‘Em ê biserkevin’
 
Semayê di dawiyê de bi lêv kir ku ew li Curnê Rewş bi ser ketibûn û wê carek din biserkevin û wiha dawî lê anî: “Ev serkeftin ya gelê Kurd e. Em dixwazin gelê me roja hilbijaritnê îradeya xwe nîşan bide. Bi salane ev navçe bi pergala feodal, eşîr, desthilatdariyan tê bi rêvebirin. Em di 31’ê Adarê de biserketin û em ê di 2’ê Hezîranê de jî biserkevin.”
 
Telefonên têkiliyê: 0544 235 6960 -  0542 620 21 42