Li Amedê panela zimanê kurdî hat lidarxistin

  • 21:25 13 Gulan 2024
  • Rojane
AMED - Di panela Cejna Zimanê Kurdî ya li Amedê de banga xwedîderketina li kurdî hat kirin û har gotin dîroka zimanê kurdî gelekî kevnar e. 
 
Çalakiyên bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî didomin. Di vê çarçoveyê de îro bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) li Komeleya Hunerê ya Dicleyê bi moderatoriya Fatma Budak Guler û beşdariya nivîskar Roza Metîna û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahit Kirkazak panelek hat lidarxistin. Di panelê de pankartên “Her Dem Kurdkî Her Ca De Kurdkî, Her Dem Kurdî Her Der Kurdî", "15'ê Gulanê roşanê ziwanê Kurdkî pîroz bo, 15'ê Gulanê cejna zimanê Kurdî pîroz be" hatin daliqandin. Hevserokên DPB'ê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, cizmên girtiyan û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî panelê bûn. 
 
Di panelê de axêver Roza Metîna got: "Zimanê kurdî, di dîrokê de xwedî cihekî girîng e. Zimanê me zimanekî aştiyane ye. Nivîskar û feylezofên navdar jî balê dikişinin ser vê yekê. Gava em li ferhenga etîmolojiyê jî mêze dikin em dibînin xwe dispêre dîrokeke bi hezaran salan." 
 
Roza bal kişand ser astengiyên li ber nameyên bi kurdî yên girtiyan û got ku ev parçeyeke polîtîkayên asîmlasyonê ye. Her wiha Roza bal kişand ser êrişên li ser çapemeniya azad jî û wiha got: "Berhemên gelek nivîskarên kurd ên girtî hatin qedexekirin. Lê tevî hemû zor û zehmetiyan jî bi berhemên xwe dibin bersiv ji êrişan re." 
 
Cahit Kirkazak jî bal kişand ser têkiliya di navbera desthilatê û zimên de û got: "Gava desthilat bixwaze asîmlasyonê pêk bîne ewilî berê xwe dide zimên. Çimkî gava ziman tüne bibe, civak jî tune dibe. Desthilatên li Tirkiyeyê jî ev yek kirin. Bi Qanûna Tevhîd-î Tedrîsatê medrese rakirin. Li medreseyan zimanê perwerdehiyê kurdî bû. Armanca sereke ya vê qanûnê jî ew bû ku kurd bê ziman bimînin." 
 
Cahit  detsnîşan kir ku kurdî zimanekî dewlemend e û got: "Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin. Zimanên nû îlhamê ji kurdî digirin. Kurdî, zimanekî dîrokî ye."