Li Amed û Îzmîrê çalakiya 'Deng bide azadiyê'

  • 15:40 13 Gulan 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR/AMED - Xizmên girtiyan ku di çalakiya  'Deng bide azadiyê' ya li ber girtîgehaha Buca ya Kriklarê axivîn,  diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin ew ê paşve gav neavêjin. Her wiha çalakiya "Deng bide azadiyê" ya xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê li dar dixin di hefteya duyem de dewam dike.
 
Çalakiyên "Deng bide azadiyê" ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê re (EGE-TUHAYDER) li Îzmîrê ji aliyê xizmên girtiyan ve hatin destpêkirin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de tecrîd û binpêkirinên mafan ên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Buca Kiriklarê hate protestokirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Şaxa Îzmîrê, Partiya Wekhevî û Demokrasyê ya Gellan (DEM Partî ) rêxistinên navçe û bajaran, Jînart Huner, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl di çalakiyê de cih girtin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Maf, hiqûq, edalet" û "Ji girtiyan re azadî" hatin qîrîn.
 
Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi şîdetê ne pêkan e
 
 
Hevserokê Bajarê Îzmîrê yê  DEM Partiyê Mehmet Kuruş li vir axivî û diyar kir ku pêwîstiya welat bi asayîbûnê  heye. Mehmet bal kişand ku divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin û got, “Bi şîdetê ne pêkan e ku pirsigirêka kurd çareser bibe. Her wiha îhtîmal heye ku ev neçareserî gelên Tirkiyeyê ber bi xizaniyê ve bibe. Bi avakirina bingeheke demokratîk a ku aştiyê misoger bike, welatekî ku her kes tê de bêhna xwe xweş bigire, pêkan e."
 
'Divê her kes li hemberî tecrîdê bi hestiyar tevbigere'
 
Mehmet anî ziman ku rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ji bo aştî û çareseriya pirsgirêkên li welêt şanseke mezin e û wiha got: "Bi çi sedemê dibe bila bibe, astengkirina têkiliya girtiyan bi malbat û parêzerên wan re qedexekirin nayê qebûlkirin, Di şert û mercên nemirovane de zextê li girtiyan dikin û wan ji raya giştî dûr dixin. Tecrîd nayê qebûlkirin. Em bang li her kesî dikin ku di derbarê tecrîdê de hesastir bin."
 
'Em li pişt Birêz Ocalan û zarokên xwe ne'
 
Piştre ji  xizma girtiyan Sultan Yagmekan axivî û diyar kir ku ew ê her hefte li ber girtîgehê bin û çalakiya "Deng bide azadiyê" pêk bînin. Sultanê got, “Ev çalakiya me heta ku em dengê Ocalan nebihîzin wê bidome û zarokên me jî çalakiya xwe didomînin. Zarokên me Ne hevdîtin dikin û ne jî bersiva telefonê didin. Em jî li pişt Birêz Ocalan û zarokên xwe ne. Heta ku ew azad nebin, em jî azad nabin. Ev tecrîd li ser tevahiya gelê Kurd e. Dawî li vê tecrîdê bînin, em qebûl nakin. Em ê tu carî paşde gav neavêjin," 
 
Di çalakiyê de girseya gel bi pîzpîzkên ku lêdan tecrîd şermezar kirin. Piştre çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan hate lidarxistin.
 
Amed
 
 
Çalakiya "Deng bide azadiyê" ya xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê li dar dixin di hefteya duyem de dewam dike. Di çalakiyê de pankartên "Deng bide azadiyê" hatin vekirin. MED TUHAD FED, TUAY-DER, DEM Parti, DBP, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevparên Demokrasî û Kedê ya Amedê û gelek xizmên girtiyan tevli çalakiyê bûn. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Heq hiqûq edalet" hatin berzkirin û stran hatin gotin. 
 
'Hûn ê tecrîdê li ser me jî ferz bike ? ' 
 
Polîsan xizmên girtiyan dorpêç kirin û daxuyanî asteng kirin. Li ser vê yekê dirûşma xizmên girtiyan berz kirin wekî hincet hat nîşandan û dîsa hatin dorpêçkirin. Xizmên girtiyan wiha bertek nîşanî dorpêçkirinê dan:"Hûn tecrîdê li ser zarokên me ferz dikin, niha hûn ê tecrîdê li ser me jî ferz bike ?"