Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyên nexweş bang hat kirin

  • 15:25 26 Adar 2024
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de ya li Konakê axivîn banga berdana demildest a girtiyên nexweş kirin. 
 
Di çarçoveya kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji meseleya kurd re çareserî" de bi pêşengiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA)  li Îzmîrê Nobeta Edaletê dest pê kir. Nobeta Edaletê di roja 49'an de li Avahiya DEM Partiyê ya Konakê dewam kir. Namzetên Hevşaredariya Konakê Faraşin Gumuş û  Ahmet Turk û gelek welatî tevli nobetê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Biji berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Xizma girtiyên nexweş Hanife Gumuş da zanîn nobeta ku digirin ji aliyê dewletê ve nayê dîtin û got ew vê zilma tê kirin qebûl nakin. 
 
Hanifeyê xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan û got heta ew sax bin ew ê li dû têkoşîna Abdullah Ocalan û girtiyan bisekinin. 
 
Piştre xizma girtiyan Fatma Surmeli da zanîn tecrîd ne tenê bi girtîgehan re sînordar e li her derê belav bûye û got divê girtiyên nexweş hemû bên berdan. Her wiha Fatma got ew ê tim li pişta girtiyên xwe bin. 
 
Nobeta Edaletê bi serdanan dewam kir.