Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyên nexweş bang hat kirin 2024-03-26 15:25:15       ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de ya li Konakê axivîn banga berdana demildest a girtiyên nexweş kirin.    Di çarçoveya kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji meseleya kurd re çareserî" de bi pêşengiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA)  li Îzmîrê Nobeta Edaletê dest pê kir. Nobeta Edaletê di roja 49'an de li Avahiya DEM Partiyê ya Konakê dewam kir. Namzetên Hevşaredariya Konakê Faraşin Gumuş û  Ahmet Turk û gelek welatî tevli nobetê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Biji berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    Xizma girtiyên nexweş Hanife Gumuş da zanîn nobeta ku digirin ji aliyê dewletê ve nayê dîtin û got ew vê zilma tê kirin qebûl nakin.    Hanifeyê xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan û got heta ew sax bin ew ê li dû têkoşîna Abdullah Ocalan û girtiyan bisekinin.    Piştre xizma girtiyan Fatma Surmeli da zanîn tecrîd ne tenê bi girtîgehan re sînordar e li her derê belav bûye û got divê girtiyên nexweş hemû bên berdan. Her wiha Fatma got ew ê tim li pişta girtiyên xwe bin.    Nobeta Edaletê bi serdanan dewam kir.