Newroza dîrokî ya Amedê bi dawî bû

  • 16:04 21 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED -  Di Newroza Amedê de ku zêdeyî milyonek mirov li hev civiyan, bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. 
 
Li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê Newrozê bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serketinê ye" bi tevlîbûna milyonek mirov hat pîrozkirin. Ligel baranê serê sibê gel bi cil û bergên xwe netewî berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Heta dawiyê ligel baranê govenda azadiyê gerandin û dirûşmên azadiyê berzkirin.
 
Di pîrozbahiya dîrokî ya bi heybet de hunermend Xezel Mistefa, Faraj Alîpoûr, Emel Mathlouthî, Mîkaîl Aslan û Arhat derketin ser dikê û stranên xwe parvekirin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ya sala 2024'an bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.