Newroza dîrokî ya Amedê bi dawî bû 2024-03-21 16:04:26     AMED -  Di Newroza Amedê de ku zêdeyî milyonek mirov li hev civiyan, bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.    Li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê Newrozê bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serketinê ye" bi tevlîbûna milyonek mirov hat pîrozkirin. Ligel baranê serê sibê gel bi cil û bergên xwe netewî berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Heta dawiyê ligel baranê govenda azadiyê gerandin û dirûşmên azadiyê berzkirin.   Di pîrozbahiya dîrokî ya bi heybet de hunermend Xezel Mistefa, Faraj Alîpoûr, Emel Mathlouthî, Mîkaîl Aslan û Arhat derketin ser dikê û stranên xwe parvekirin.    Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ya sala 2024'an bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.