Li Qubînê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê şaredariyan ji nû ve bigirin

  • 17:51 25 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
ÊLIH - Di vekirina buroya hilbijartinê ya li Qubînê de hat gotin ku wê şaredariyên ku qeyûman xespkirine ji nû ve bigirin  û gelê Kurd bi DEM Partiyê ketiye pêvajoyek nû.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber dimeşîne. Partiyê di çarçoveya xebatên xwe de li Qubîn a Êlihê buroya hilbijartinê vekir. Buro bi coşeke mezin hat vekirin û jinan bi cil û bergên xwe yên gelerî di eniya pêş de cih girtin. DEM Partî, DBP û gelek sazî û welatî tevli bûn.
 
Hevseroka DEM Partî ya  Êlihê Songul Korkmaz di vekirinê de axivî û got: “Hûn hemû bi xê hatin. Her diçe kelecana me zêde dibe. Em ê xwe bigihînin her derê. Wê serkeftina me li her derê bidome. Ev serkeftin ya jin, ciwan û gelê me ye.”
 
Nameta hevşaredariya Qubînê Merve Evren jî axivî û daxuyakirin ku divê vê pêvajoyê de gel li cem wan bin û got wê şaredariyên ku qeyûman xespkirine şûnde bigirin.
 
Namzetê hevşaredariya Qubînê Mehmet Akîf Akin jî got: “Em ê îradeya xwe ya hatiye xespkirin şûnde bigirin. Em ê bi alîkariyên gel pirsgirêkên xwe yên navçeyê çareser bikin.”
 
Piştî axaftinan buro hat vekirin.