Li Qubînê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê şaredariyan ji nû ve bigirin 2024-02-25 17:51:57     ÊLIH - Di vekirina buroya hilbijartinê ya li Qubînê de hat gotin ku wê şaredariyên ku qeyûman xespkirine ji nû ve bigirin  û gelê Kurd bi DEM Partiyê ketiye pêvajoyek nû.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber dimeşîne. Partiyê di çarçoveya xebatên xwe de li Qubîn a Êlihê buroya hilbijartinê vekir. Buro bi coşeke mezin hat vekirin û jinan bi cil û bergên xwe yên gelerî di eniya pêş de cih girtin. DEM Partî, DBP û gelek sazî û welatî tevli bûn.   Hevseroka DEM Partî ya  Êlihê Songul Korkmaz di vekirinê de axivî û got: “Hûn hemû bi xê hatin. Her diçe kelecana me zêde dibe. Em ê xwe bigihînin her derê. Wê serkeftina me li her derê bidome. Ev serkeftin ya jin, ciwan û gelê me ye.”   Nameta hevşaredariya Qubînê Merve Evren jî axivî û daxuyakirin ku divê vê pêvajoyê de gel li cem wan bin û got wê şaredariyên ku qeyûman xespkirine şûnde bigirin.   Namzetê hevşaredariya Qubînê Mehmet Akîf Akin jî got: “Em ê îradeya xwe ya hatiye xespkirin şûnde bigirin. Em ê bi alîkariyên gel pirsgirêkên xwe yên navçeyê çareser bikin.”   Piştî axaftinan buro hat vekirin.