Li Çînê êrîşî dibistana seretayî hat kirin: 20 zarok birîndar bûn

  • 14:06 8 Çile 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN  - Li Paytexta Çînê ya bi nave Pekînê êrîş li dibistanek seretayî hat kirin û di encama êrîşê de 20 zarok birîndar bûn. 
 
Li Kuçeya Xichengê ya Paytexta Çînê ya bi nave Pekînê êrîş li dibistanek seretayî hat kirin û di encama êrîşê de 20 zarok birîndar bûn. Mêrekî bi çakuçê di destên xwe de êrîşî zarokan kir. Sê zarokên ku rewşa wan giran bû hat hînbûn ku  talûkeya wan a jiyanî tune ye. 
 
Hat diyarkirin ku mêrê ku êrîş pêk aniye piştre hatiye girtin. 
 
Xwendekarên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên der û dorê.