Li Çînê êrîşî dibistana seretayî hat kirin: 20 zarok birîndar bûn 2019-01-08 14:06:46   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li Paytexta Çînê ya bi nave Pekînê êrîş li dibistanek seretayî hat kirin û di encama êrîşê de 20 zarok birîndar bûn.    Li Kuçeya Xichengê ya Paytexta Çînê ya bi nave Pekînê êrîş li dibistanek seretayî hat kirin û di encama êrîşê de 20 zarok birîndar bûn. Mêrekî bi çakuçê di destên xwe de êrîşî zarokan kir. Sê zarokên ku rewşa wan giran bû hat hînbûn ku  talûkeya wan a jiyanî tune ye.    Hat diyarkirin ku mêrê ku êrîş pêk aniye piştre hatiye girtin.    Xwendekarên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên der û dorê.