Li Fasê du jinên çiyager ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin

  • 11:12 21 Kanûn 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN-Du jinên ji Îskandinavê ku li Fasê kamp dikirin ji aliyê komek DAÎŞ'î ve berê hatin tecawizkirin û piştre bi îşkenceyê hatin qetilkirin. 
 
Jina bi navê Dane Louisa Jespersen (24) ku ji Danimarkayê ye û jina bi navê  Maren Ueland (28) ku ew jî ji Norvecê ye li cihê turîstîk ê Marakeşa Fasê kamp ava kiribûn. Jinên ku kamp ava kiribûn ji aliyê komek DAÎŞ'î ve berê hatin tecawizkirin û piştre bi îşkenceyê hatin qetilkirin. 
 
Piştî ku videoya jinên ku hatin qetilkirin hat weşandin şûnde derbarê bûyerê de 4 kes hatin binçavkirin. Îstixbarata Danimarkayê jî anî ziman ku ev bûyer ji aliyê DAÎŞ'ê ve pêk hatiye.