Li Fasê du jinên çiyager ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin 2018-12-21 11:12:57   NAVENDA NÛÇEYAN-Du jinên ji Îskandinavê ku li Fasê kamp dikirin ji aliyê komek DAÎŞ'î ve berê hatin tecawizkirin û piştre bi îşkenceyê hatin qetilkirin.    Jina bi navê Dane Louisa Jespersen (24) ku ji Danimarkayê ye û jina bi navê  Maren Ueland (28) ku ew jî ji Norvecê ye li cihê turîstîk ê Marakeşa Fasê kamp ava kiribûn. Jinên ku kamp ava kiribûn ji aliyê komek DAÎŞ'î ve berê hatin tecawizkirin û piştre bi îşkenceyê hatin qetilkirin.    Piştî ku videoya jinên ku hatin qetilkirin hat weşandin şûnde derbarê bûyerê de 4 kes hatin binçavkirin. Îstixbarata Danimarkayê jî anî ziman ku ev bûyer ji aliyê DAÎŞ'ê ve pêk hatiye.