Li Hindistanê qedexeya Hecê ya ji bo jinan hat rakirin

  • 10:01 29 Îlon 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind a Hindistanê qedexeya hecê ya li ser jina li dijî wekheviyê dît. 
 
Perestgeha Sabarimala ya li Eyaleta Keralayê ya li Başûrê Hindistanê, ji jinên di navbera 10-50 salî de bi hinceta ku regl dibin, serdena hecê li wan qedexe kiribû. Ev qedexeya ku bi sedsalan e didome ji aliyê Dadgeha Bilind a Hindistanê hat rakirin. 
 
Li Dadgeha Bilind a li Paytexta Hindistanê, Yeni Delhinê bi biryara 5 dadgeran bi rayê herî zêde hat nîşankirin ku qedexeya serdana hecê ya ji bo jinan binpêkirina mafên mirovan e. 
 
Ji aliyê Dadgeha Bilind a Hindistanê ve di demên dawî de gelek zagonên newekhev bi dawî bûye.