Li Hindistanê qedexeya Hecê ya ji bo jinan hat rakirin 2018-09-29 10:01:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind a Hindistanê qedexeya hecê ya li ser jina li dijî wekheviyê dît.    Perestgeha Sabarimala ya li Eyaleta Keralayê ya li Başûrê Hindistanê, ji jinên di navbera 10-50 salî de bi hinceta ku regl dibin, serdena hecê li wan qedexe kiribû. Ev qedexeya ku bi sedsalan e didome ji aliyê Dadgeha Bilind a Hindistanê hat rakirin.    Li Dadgeha Bilind a li Paytexta Hindistanê, Yeni Delhinê bi biryara 5 dadgeran bi rayê herî zêde hat nîşankirin ku qedexeya serdana hecê ya ji bo jinan binpêkirina mafên mirovan e.    Ji aliyê Dadgeha Bilind a Hindistanê ve di demên dawî de gelek zagonên newekhev bi dawî bûye.