Li Brezilyayê bi hezaran mêr ji ber komkujiyên jinan hatin girtin

  • 09:05 25 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya komkujiyên jinan li Brezilyayê operasyon pêk hatin û bi hezaran mêr hatin girtin. 
 
Li gor daxuyaniya Wezareta Ewlehiyê ya Cemaweriyê ya Brezilyayê agahiya ku bi 5 hezar polîsan operasyon li dijî mêrê ku li dijî jinan komkujî pêk aniye û plan kiriye, pêk hatiye, hat dayin. Li gor vê yekê di çarçoveya operasyonan de bi giştî li welatê Brezilyayê li dora hezar û sed kesî hatiye binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin ku kesên ku hatine zevkirin ji wan 75 kes di temenê zarokatiyê de ne û gelek çek û 150 kg hişbir hatiye bidestxistin. 
 
Bi hezaran jin hatin qetilkirin
 
Li Brezilyayê sala borî 63 hezar û 880 kes hatibûn qetilkirin. Yên ku hatin qetilkirin jê 4 hezar û 539  jin bûn. 
 
Li gor lêkolîna li Brezilyayê hat kirin jinên temenê wan ji 16 salî zêdetir ji wan ji sisiya yek şiddeta fîzîkî dibînin.