Li Brezilyayê bi hezaran mêr ji ber komkujiyên jinan hatin girtin 2018-08-25 09:05:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya komkujiyên jinan li Brezilyayê operasyon pêk hatin û bi hezaran mêr hatin girtin.    Li gor daxuyaniya Wezareta Ewlehiyê ya Cemaweriyê ya Brezilyayê agahiya ku bi 5 hezar polîsan operasyon li dijî mêrê ku li dijî jinan komkujî pêk aniye û plan kiriye, pêk hatiye, hat dayin. Li gor vê yekê di çarçoveya operasyonan de bi giştî li welatê Brezilyayê li dora hezar û sed kesî hatiye binçavkirin.    Hat diyarkirin ku kesên ku hatine zevkirin ji wan 75 kes di temenê zarokatiyê de ne û gelek çek û 150 kg hişbir hatiye bidestxistin.    Bi hezaran jin hatin qetilkirin   Li Brezilyayê sala borî 63 hezar û 880 kes hatibûn qetilkirin. Yên ku hatin qetilkirin jê 4 hezar û 539  jin bûn.    Li gor lêkolîna li Brezilyayê hat kirin jinên temenê wan ji 16 salî zêdetir ji wan ji sisiya yek şiddeta fîzîkî dibînin.