Oksana Shachko bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

  • 12:13 24 Tîrmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji avakara FEMEN'ê Oksana Shachko, bi awayekî gumanbar li mala xwe mirî hat dîtin. 
 
Ji tevgera jinên femînîst û ji avakara FEMEN'ê ya 31 salî û ji Ûkrayanyê Oksana Shachko, bi awayekî gumanbar li mala xwe mirî hat dîtin. 
 
Hat diyarkirin ku Oksanê nîşeyek bi Îngilizî ya "Hûn hemû qenc in" nivîsandiya û li dû xwe hiştiye. 
 
Mirina Oksanê di çapemeniya cîhanê de cihekî mezin girt.