Oksana Shachko bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da 2018-07-24 12:13:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji avakara FEMEN'ê Oksana Shachko, bi awayekî gumanbar li mala xwe mirî hat dîtin.    Ji tevgera jinên femînîst û ji avakara FEMEN'ê ya 31 salî û ji Ûkrayanyê Oksana Shachko, bi awayekî gumanbar li mala xwe mirî hat dîtin.    Hat diyarkirin ku Oksanê nîşeyek bi Îngilizî ya "Hûn hemû qenc in" nivîsandiya û li dû xwe hiştiye.    Mirina Oksanê di çapemeniya cîhanê de cihekî mezin girt.