Minîbusa penaber tê de bûn qulipî: 6 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 14:29 8 Hezîran 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yewnanistanê minîbusa ku penaber tê de bûn qulipî. Di enca qulipînê de 3 jê zarok 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.
 
Minîbusa ku penaber tê de bûn li nêzî bajarê Kavala yê Yewnanistanê qulipî. Di qezaya ku pêk hat de 3 jê zarok 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn. Hat aşkerakirin ku rewşa 3 birîndaran giran e.
 
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Yewnanistanê de hatin weşandin hat aşkerakirin ku penaber ji Îranê ne.