Minîbusa penaber tê de bûn qulipî: 6 kesî jiyana xwe ji dest da 2018-06-08 14:29:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yewnanistanê minîbusa ku penaber tê de bûn qulipî. Di enca qulipînê de 3 jê zarok 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.   Minîbusa ku penaber tê de bûn li nêzî bajarê Kavala yê Yewnanistanê qulipî. Di qezaya ku pêk hat de 3 jê zarok 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn. Hat aşkerakirin ku rewşa 3 birîndaran giran e.   Li gorî nûçeyên di çapemeniya Yewnanistanê de hatin weşandin hat aşkerakirin ku penaber ji Îranê ne.