Televîzyona dewletê ya Îranê hack kirin

  • 11:57 9 Cotmeh 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê komeke ku navê wê "Edaleta Elî ye", televîzyona dweltê  Hack kir.
 
Piştî kuştina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê “polîsên exlaq” a Îranê ve, serhildana ku li Rojhilat û Îranê belav bû bi hefteyan didome. Di çalakiyên li dijî rejîmê de heta niha herî kêm 185 kes hatine kuştin. Li gel çalakiyên li kolan û qadan, rejîma Îranê jî dibe hedefa êrîşên sîber.
 
Koma bi navê “Edaleta Elî” televizyona dewletê dema ku axavtina rêberê olî Ayetullah Elî Xamineyî di bultena nûçeyan a televîzyona dewleta Îranê de dihat weşandin hack kir. Ji bo Jîna Mahsa û jinên din ku di çalakiyan de hatin qetilkirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hat dayîn.