Televîzyona dewletê ya Îranê hack kirin 2022-10-09 11:57:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê komeke ku navê wê "Edaleta Elî ye", televîzyona dweltê  Hack kir.   Piştî kuştina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê “polîsên exlaq” a Îranê ve, serhildana ku li Rojhilat û Îranê belav bû bi hefteyan didome. Di çalakiyên li dijî rejîmê de heta niha herî kêm 185 kes hatine kuştin. Li gel çalakiyên li kolan û qadan, rejîma Îranê jî dibe hedefa êrîşên sîber.   Koma bi navê “Edaleta Elî” televizyona dewletê dema ku axavtina rêberê olî Ayetullah Elî Xamineyî di bultena nûçeyan a televîzyona dewleta Îranê de dihat weşandin hack kir. Ji bo Jîna Mahsa û jinên din ku di çalakiyan de hatin qetilkirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hat dayîn.