Li Pakistanê di lehiyê de 777 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 15:30 23 Tebax 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakîstanê di 2 mehên dawî de 777 kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan. Li Pakîstanê ji 14’ê Hezîranê û vir ve ji ber barana mûsonê 777 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Li herêmên bejahî yên parêzgehên Belûçistan, Pencab û Sîndîh kampên alîkariyê û destwerdana bijîşkî hatin avakirin. Niha 317 hezar û 678 kes di kampên alîkariyê de dijîn.
 
Ji xeynî pir û rêyên ku li seranserê welêt di bin avê de hilweşiyan, zêdeyî 60 xanî zirar dîtin.
 
Li Asyaya Başûr baranên mûsonê ku di mehên Hezîran-Îlonê de bi bandor in, her sal dibe sedema felaketên xwezayî û qezayên mezin.