Li Îranê hejmara kesên ji ber lêhiyê mirine gihişt 90 kesan

  • 10:29 4 Tebax 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor bîlançoya Heyva Sor a Îranê, hejmara kesên ji ber lêhiya rojên derbasbûyî mirine, gihiştiye 90 kesan.
 
Hejmara kesên ji ber lêhiya rojên derbasbûyî jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 90 kesan. Herî kêm 8 kes jî heta niha wenda ne. Her wiha hat ragihandin, lêgerîna ji bo kesên winad didome.
 
Hêjayî bîrxistinê ye, roja 23’yê tîrmehê li çend herêmek ên naverast, rojavayê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi barîna teyrokê re lêhiyek mezin rabû. Li gor daxuyaniya Navenda Avhewayê ya Îranê, lêhî li 60 bajar, 140 bajarok û zêdetirî 500 gundan rabû.