Li Îranê lehî û hezaz: 53 kes mirin

  • 11:42 30 Tîrmeh 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ku li Îranê di encama lehî û hezazê de jiyana xwe ji dest dan derket 53’yan.
 
Li Îranê 2 roj in lehî û hezaz didome. Hat diyarkirin ku ji ber lehiyê li 18 eyalet û 400 cihan xisar çêbûye û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane herî kêm bûye 53. Hat ragihandin ku 16 kes jî winda ne.
 
Waliyê Tehranê Mohsen Mansourî ji televizyona dewletê re got, lehiya li herêmên bakurê paytext Tehranê hîn bi bandor e û got ku lê hin gerok û geştiyar hewl didin xwe bigihînin wan deveran. Mansourî diyar kir ku bajarê Fîrûzkuhê ku bi qasî 140 kîlometreyan li bakurê Tehranê, ew cih e ku herî zêde ji lehiyê bandor bûye.
 
Di sala 2019’an de li başûrê Îranê ji ber baranên dijwar herî kêm 76 kes miribûn û bibû sedem ku zêdetirî 2 milyar dolar zirar pêk were.