Li Katalonyayê konferansa 'Parastina Şoreşa Kurdistanê'

  • 11:46 15 Tîrmeh 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Barcelona yê Spanyayê Konferansa Enternasyonalîst a Katalan a 1'emîn tê lidarxistin. Konferansa bi navê "Parastina Şoreşa Kurdistanê û Konfederalîzma Demokratîk" îro destpê dike.
 
Herêma Xweser a Katalan a Spanyayê wê malovaniyê ji çalakiyeke girîng re bike ku wê sê rojan dewam bike. Konferansa Enternasyonalîst a Katalan a 1'emîn îro danê êvarê wê destpê bike û ji welatên cuda yên cîhanê gelek enternasyonalîst wê tevlî bibin. Armanca esasî ya konferansê ew e ku di navbera welatê Katalan û Kurdistanê de pirekê ava bike.
 
Konferans di salvegera 86'an a Şoreşa Spanyayê ku di 19'ê Tîrmeha 1936'an de dest pê kir û di salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava de ku 19'ê Tîrmeha 2012'an dest pê kir de tê lidarxistin. Konferansa bi sernavê "Parastina Şoreşa Kurdistanê û Konfederalîzma Demokratîk" wê heta roja Yekşemê dewam bike.
 
Tecrûbeya Rojava ya 10 salan dê bê niqaşkirin
 
Di metna bangawaziyê ya konferansê de işaret bi gavên dîrokî yên Şoreşa Rojava hate kirin û li ser armanca konferansê wiha hate gotin: "Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd pêk hat, ji bo şoreşgerên li cîhanê bû referansek."
 
Di metna bangawaziyê de hate ragihandin ku mîna li gelek deverên cuda yên cîhanê li welatê Katalan jî gelek kes û saziyên civakî di metnên xwe de cih dan vê referansê û hate gotin, "Di nava vê dema hêja de ku bi xwîna şehîdan û xwêdana gelek mirovan hate afirandin, li cîhanê bi gelek mirovan re kar hate kirin, têkilî hatin danîn û xurtkirin. Di konferansê de li dijî hevkariya şîrket û saziyên dewletên rojavayî yên di sûcên şer ên li Kurdistanê de wê karên ji bo mezinkirina têkoşîna hevpar bêne nirxandin.
 
Niha piştî şoreşa 10 salan, piştî 7 salan ji tevgera jinê ya destpêkê komên piştevaniyê hatin avakirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev dem demeke gelekî baş e. Herî kêm du rojan divê em navberê bidin vê tempoya zêde; ji bo karibin rewşa em tê de ne analîz bikin, zor û zehmetiyên heyî û yên dema bê binirxînin û karên ku em dikarin bikin lêkolîn bikin."
 
Parastina Kurdistanê
 
Konferans wê îro saet di 18:00 de bi beşeke li ser nirxandina modela jinê ya Şoreşa Rojava destpê bike. Di bernameya roja Şemiyê de jî wê bi giranî karên ji bo parastina Kurdistanê bêne nirxandin. Roja Yekşemê jî têkildarî aliyê wê yê karê îdeolojîk ê têkoşîna şoreşger pêşkêşî bêne kirin, nîqaş bêne meşandin. Bi rêya vê mailê conferenciacd@riseup.net agahiyên berfireh têkildarî konferansê dikarin bêne wergirtin.