Çalakvana girtî Zehra Esfandiari hat berdan

  • 13:14 14 Tîrmeh 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan Zehra Esfandiari ya li Şirazî di çalakiya mamosteyan de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, hat berdan.
 
Çalakvan Zehra Esfendiari ku piştî çalakiyên kedkarên perwerdeyê ên li Îranê hema bêje li hemû herêm û parêzgehên welat belav bûn û bi girtina bi sedan mamostayan bi encam bûbûn, hat girtin, hat berdan. 
 
Li gorî nûçeya NuJINHA'yê  Çalakvan û kedkara perwerdeyê Zahra Esfendiari beriya du mehan hatibû girtin. Der barê şert û mercên berdana çalakvana ku di meha Gulanê de hat girtin de jî tu agahî nehat dest xistin.
 
Di çalakiyên meha Gulanê yên kedkarên perwerdeyê de bi sedan mamoste hatibûn binçavkirin û zêdeyî 50 mamoste jî hatibûn girtin. Bertekên Îranê yên li hemberî çalakiyên ku li dijî zext û zordariya li ser xebatkarên perwerdeyê ku bi sed salan e berdewam dike hatin kirin, ne pêkanîna daxwazan bû, binçavkirin, girtin û îşkenceyê xwe nişan da.