DESA: Dê nifûsa cîhanê bibe 8 milyar kes

  • 14:57 11 Tîrmeh 2022
  • Cîhan
NAVANDA NÛÇEYAN - Li gorî pêşbîniyên DESA'yê, nifûsa cîhanê di 15'ê Mijdarê de bibe 8 milyar mirov.
 
Departmana Karên Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî (DESA) ragihand ku li gorî texmînên wan di 15'ê Mijdarê de nifûsa cîhanê wê bibe 8 milyar mirov.
 
DESA'yê ragihand ku nifûsa cîhanê ji sala 1950'î û vir ve di rewşa heyî lawaz de ye û texmîna wê dike ku nifûsa cîhanê sala 2030'î bibe 8.5 milyar, sala 2050'î bibe 9.7 milyar û sala 2080'î jî bibe 10.4 milyar mirov. Tê texmînkirin ku heta sala 2100'î bibe 10.4 milyar mirov.
 
Li çend welatên ku di kategoriya 'pêşketî' de têne pênasekirin, rêjeya jidayikbûnê kêm bûye. Li gorî departmana Neteweyên Yekbûyî zêdebûna nifûsê di deh salên pêşiya me de zêdetirî nivê heşt welatan pêk were.
 
Ev welat, Komara Demokratîk a Kongo, Misir, Etiyopya, Hindistan, Nîjerya, Pakistan, Fîlîpîn û Tanzanya ne.
 
Li gorî texmînên DESA’ê nifûsa Hindistanê wê di sala 2023’yan de ji nifûsa Çinê jî derbas bibe û bibe welatê herî qelebalix ê cîhanê.
 
Nifûsa cîhanê di 31’ê Cotmeha 2011’ê de gihiştibû 7 milyar kesî.