Bi hezaran jin li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin

  • 13:26 10 Tîrmeh 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran jinên li pêşiya Qesra Spî ya Amerîkayê kom bûyîn, li dijî biryara Dadgeha Bilind ku mafê kurtajê ji makeqanûnê derdixîne çalakî li dar xistin û biryar protesto kirin. 
 
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kurtaj, mafekî makeqanûnî bû. Lê belê Dadgeha Bilind ev maf paşve kişand. Bi hezaran jin li pêşiya Qesra Spî ya Washingtonê kom bûn û ev biryara dadgehê protesto kirin. Çalakî ji hêla " Meşa Jinan" ve hate birêxistinkirin. Li ser betalkirina biryara Roe v. Wade’yê, Meşa Jinan bi dirûşma “Havîna hêrsê” bang li her kesî kir û li pêşiya Qesra Spî kom bûn. Mafê kurtajê ev 50 sal in li DYA’yê di makeqanûnê de cih digire û vekişandina vê biryarê jî ji hêla jinan ve hate protestokirin. 
 
Meşa Jinan dixwaze ku Serokê DYA’yê Joe Bidene ji bo prosedurên kurtajê fona ji Hikûmeta Federal re hatiye veqetandin zêdetir bike û ji bo vê jî rewşa lezgîn a neteweyî ragihîne. Her wiha yek ji daxwazên Meşa Jinan ew e ku ji bo welatî bikarin xwe bigihînin hebên kurtajê, rêveberî û erdên federal ên xizmetê ji bo kurtajê dikin bên avakirin. 
 
Jinên ku duh di saetên serê sibehê de li Qada Franklîn kom bûyîn, li gel ku rêyên hawirdorê ji hêla polîsan ve hatibûn girtin jî ber bi Qada Lafayette ya li nêzî Qesra Spî ve meşiyan. Tevahiya jinan cilên kesk li xwe kiribûn û pankartên weke “Tizbiyên xwe ji rehma min dûr bigire” û “Rewş ewqas xerab e ku kesên apolîtîk jî li vê derê ne” hatibûn vekirin. Jinan li pêşiya Qesra Spî jî çalakiya rûniştinê kir. 
 
Berdevka Meşa Jinan têkildarî armanca çalakiyê axivî û wiha got: “Armanca vê çalakiyê ne ew e ku gelek kes tev li bibin. Armanca me ew e ku komeke biçûk a ku girtinê didin ber çavan di çarçoveya xebateke birêxistinkirî de daxwazên xwe ragihîne.” Di dawiya çalakiyê de bi saya vîncê, li hemberî kompleksa Senatoyê pankarta "Biden“mafê kurtajê biparêz e” hate daliqandin. 
 
Çalakiya jinan didome.