Li Rûsyayê rojnamegerekê xwe kuşt

  • 10:15 3 Cotmeh 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rûsyayê Rojnameger Irina Slavina, li bajarê Nizhniy Novgorod li ber avahiya Wezareta Karê Hundur xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da. 
 
Hate ragihandin rêvebera weşana giştî ya malpera nûçeyan a Koza Pressê Îrîna Slavîna, ku bi sedema muxalîfa rêveberiya Pûtîn e polîsan bi ser de girtibû, mir.
 
Li gorî agahiyên ku polîsan dayî li ser laşê Slavîna gelek şopên 'şewatên termîk' hatine dîtin, çi têkiliya vê bi wê nîne ku pêrşemê bi ser de hatibû girtin. Slavîna piştî ku polîsan bi ser de girtibû li pêşberî li ber avahiya Wezareta Karê Hundur xwe şewaitandibû.
 
Li gorî nûçeya di malpera înternetê ya Koza Pressê de, Slavîna beriya ku bimire bi çend saetan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ''Federasyona Rûsyayê'' berpirs nîşan daye.
 
Diyar bûbû pêrşemê polîsan dema ku bi ser bûroyên sîteya nûçeyan de girtibû dest dan ser hemû notên Slavîna, kompîtira wê û telefona wê.